Polîtburo ya Komala Îslamî, PDK derewand. Berpirsyarê Polîtburo Hasan Ba Bekîr got, "Serokê me Alî Bapîr bi ti awayî axaftinek li dijî PKK'ê nekiriye."
Hasan Ba Bekîr ji ANF'ê er axivî û got, "Nûçeya ku îdîa dike, serokê me yê giştî di wê hevdîtinê de ji ber şerê li dijî PKK'ê spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye, bi ti awayî nerast e. Ji dûr an jî nêz, ti eleqeya vê nûçeyê bi rastiyê re nîne. Hem Birêz Alî Bapîr hem jî weke Komala Îslamî me her tim gotine Kurdên li Bakurê Kurdistanê gelekî mezlûm e, têkoşîneke mafdar ji bo mafên xwe dimeşîne. Û me gotine divê dewleta Tirk jî bi rêbazên demokratîk mafên Kurdan nas bike."
Bekîr got, "Nepêkan e ku em êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî PKK'ê, zilm û komkujiyên li hemberî sivîlan dikin, qebûl bikin."
'ARMANCÊN KIRÊT Û NE BI XÊR'
Bekîr da zanîn, yên van nûçeyan diweşînin li dû armancên ne bi xêr in û got, "Niyeta yên van nûçeyan diweşînin bi temamî nebaş e. Li ser derewan hewl didin propagandek nebaşiyê bikin. Ji wan heye ku bi vî rengî wê karibin zerarê bidin me Komala Îslamî. Armancên xwe yên gemarî, hewl didin bi bilêvkirina navê me re bînin ser ziman."