Kobanê ji nû ve ronî dibe

Piştî sê salan ji qûtbûna elektrîkê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve, roniya elektrîkê ji nû ve li Kantona Kobanê vegeriya.

Berî niha bi sê salan çeteyên DAIŞ  bajarokê Sirînê û bendava Tişrîn ên li milê Başûrê kantona Kobanê dikevin dagir kirin û elektrîka Kantona Kobanê ya ku ji Bendavê tê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate qut kirin.

Piştî ku Hêzên Sûrieya Demokratîk bendava Tişrîn rizgar kirin, Mûdîriyeta Enerjiyê ya
Rêveberiya Xweser li kantona Kobanê dest bi bikaranîna Bendavê kirin. Hejmarek ji endizyar û xebatkarên elektrîkê berê xwe dan bendavê û li gel xebatkarên bendavê dest bi tesbîta zirara ku çeteyên DAIŞ'ê li bendavê kiribûn û di heman demê de alavên li wir kêm tesbît kirin. 

Endezyaran di encama kar û lêkolînên xwe de raporek amade kirin. Li gorî wê raporê Midûriyeta Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser insiyatîf da ku bendav ji nû bê çêkirin.

KOBANÊ RONÎ BÛ

Di nav sê mehan de, xebatkar û endezyarên elektirîkê, tora elektrîkê ya ku di encama êrîşên DAIŞ'ê di Îlona 2014 de wêran bûyî sererast kirin. Piştî ku Midûriyeta Enerjiyê kabloyên ku têra tora elektrîkê ya Kantona Kobanê bike peyda kir, ji bo bendavê jî alavên pêwîst amade kirin.

Tevî derfetên kêm ên di destê Midûriyeta Emerjiyê de û girtina deriyê sînor ê Kobanê-Mûrşîtpinarê ji aliyê dewleta Tirk ve, xebatkar û endezyarên elektrîkê karîbûn tora elektrîkê sererast bikin. Midûriyeta Enerjiyê, elektrîk li gundewarên rojavayê kantona Kobanê û taxa  rojava ji navenda Kobanê belav kir. Kobanê bi vî rengî dîsa ronî bû.

...