KNK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin ser xwe!

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir û got, "Êdî gotin têr nake, kî dikare çi bike, divê bike; roj ne roja rawestan û temaşekirinê ye, roja şeref û namûs û xîretê anha ye!"

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir û got, "Êdî gotin têr nake, kî dikare çi bike divê bike; roj ne roja rawestan û temaşekirinê ye, roja şeref û namûs û xîretê anha ye!"

Konseya Rêveber a KNK'ê bibîr xist, ku dorpêçiya li Sûrê 54, ya li Cizîrê jî 42 roj in dewam dike û da zanîn ku li Silopiya, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Kerboran, Farqîn, Dêrik, Wan, Hezex û gelemperiya Kurdistanê rewşeke awarte heye.

KNK'ê ragihand, ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd biryara qirkirinê daye û gav bi gav vê di pratîkê de pêk tîne, jin, zarok, kal, pîr her kesî hedef digire, bajaran xera dike û komkujiyan dike.

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku hejmara kuştî, birîndar û girtiyan roj bi roj zêde dibe û got, "Qanûn, hiqûq, edalet, nîzam, wijdan nema ye. Ji xwe belgeyên ku ketine dest, dide nîşandan ku talîmatên rêvebir û fermandarên dewletê, çawa destûra komkujiyê û qirkirinê daye hemû personelên xwe."

Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser êrîş û heqaretên li parlamenter, şaredar û nûnerên gelê Kurd tên kirin û hat ragihandin, ku ji nîvî zêdetir şaredar û berpirsyarên siyasî yên Kurdistanî dîl hatine girtin.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Li hember van êrîş û kiryarên dewleta faşîzan ên Tirkiyeyê, gelê me bi hemû hêza xwe hiş û îradeya xwe diparêze, bi lehengî têdikoşe û siyaseta teslimiyetkar a AKP’ê qebûl nake. Yê ku ditirse AKP ye, ne gelê me ye. Ji xwe ev êrîşkariya wan a ewqas mezin ji vê tirsa wan tê.

KNK jî, bi hemû hest û hiş û hilwesta xwe, bi hemû endam û alîgirên xwe ve li gel tekoşîna gelê xwe cih digre, bi gelê xwe yê berxwedêr re ye, em heta dawiyê bi gelê xwe re ne. 

Banga me ji raya giştî ya cîhanê re ev e: Eger hûn dixwazin alîkariyek mirovatiyê ji bo gelê me bikin, îro roja wê ye, sibê dereng e û bêkêr e/bêsûd e! Her wiha divê herkes li beramberî faşîzma dewleta Tirka hilwesta xwe zelal û aşkere bike; ya li gel e ya li dij e!

Ji bo gelê me jî gotina me ev e: Êdî gotin têr nake, kî dikare çi bike, divê bike; roj ne roja rawestan û temaşekirinê ye, roja şeref û namûs û xîretê anha ye!

Em her kes rabin serxwe!"