KNK: Em weke gelên Kurdistanê êrîşkarên li Fransa baş dinasin

KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya li bajarê Nîce yê Fransayê bi tundî şermezar kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî ve komkujiya li Nîce şermezar kir, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

KNK’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku şevê din li başûrê Fransa, li bajarê Nîce, dema pîrozbahîyên cejna neteweyî ya Fransa de êrîşeke hovane pêk hatiye, 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û sedan kes jî brîndar bûne û  ev wek êrîşeke hovane, wehşet û dijmirovahiyê bi nav kir. KNK’ê di dewama daxuyaniyê de got, “Ev êrîş berdewama êrîşên Parîs û Brukselê ne. Ew kesên vî karî dikin ji mirovahî û ji wijdan bêpar in. Ew ne mirov in.”

KNK’ê weke gelên Kurdistanê destnîşan kir ku van kesên êrîşkar baş nas dikin û wiha pê de çû: “Van kesan û hevkarên wan bi sedan êrîşên bi vî rengî li dijî gelên me pêk anîne. Em gelê Fransa û êşa wan fêhm dikin û êşa wan parve dikin.”

KNK’ê daxuyanî wiha bi dawî kir: “Bi vê minasebetê em weke KNK, vê êrîşa xwînxwar bi tundî şermezar dikin, ji gelê Fransa û kesûkarên mexdûran re serxweşiyê dixwazin. Em bi hemû hêz û hîsên xwe ve li cem gelê Fransa cih digirin.”