Ketina Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin

Ji Qilaban û Elkê çûyina Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirk ve bi îdîaya “rê girtiye” hat astengkirin.

Ji Qilaban û Elkê çûyina Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirk ve bi îdîaya “rê girtiye” hat astengkirin.

Terora dewleta Tirk a li ser navçeyên Cizîr û Silopiyayê bi awayek fîîlî berdewam dike, ketina Şirnexê jî tê astengkirin. Hat ragihandin ku leşkerên Tirk ên li herêma gundê Ziravikê ya li ser rêya Şirnex-Qilabanê, rêya kesên ku bixwazin ji Qilaban biçin Şirnexê asteng dikin. Hat diyarkirin ku leşker ji welatiyan re gotine “rê girtiye” û vegerandine Qilabanê. Hat ragihandin ku destûr ji Şirnex çûyina Qilabanê nayê dayin. 

Hat diyarkirin ku wesayîtên ji Elkê dixwazin biçin Şirnexê jî tên astengkirin.