Piştî “qedexeya kolanan” a du roj berê li Şirnexê hat îlankirin, ketin û derketinên bajarokê Gundikê Melê yê 15 kîlometre dûrî navenda Şirnexê ye, ji aliyê Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Mîllî hate girtin. Wesayîtên gel ên xwestin bikevin bajarok jî di têketina bajarok de li nuqteyên kontrolê yên Fermandariya Qereqola Mîllî paşde hatin şandin. Li nuqteya kontrolê ya li ser rêya ji bajarok diçe Qilebanê jî hate hînbûn ku ji yên xwestin ji bajarok derkevin ‘ji ber çi derdikevin’ hate pirsîn, yên hincet nîşan nedan jî paşde hatin vegerandin.
Dema ketin û derketin hatin astengkirin, cerdevanên ji bo tevlî êrîşên li navenda Şirnexê bibin anîn Qereqola Mîllî jî bi mînîbusan şandin bajêr. Tevgera pîkap û wesayîtên zirxî yên cebilxane barkirî jî didome.
Her wiha hate ragihandin ku li hin girên eraziya di navbera navenda bajarê Şirnexê û bajarok de leşker hatine bicihkirin, li Çiyayê Ermen, Serê Sor, Girê Mera ku li bakurê bajarok in û Girê Benîştî, Girê Hurê û Bûra Reş ku li başûrê bajarok in jî tevgera leşkerî ya bi tevlîbûna cerdevanan pêk tê.