Keça Mehmet Tûnç Nalîn bi nameyekê bang li gelê Kurd kir
Piştî ku bavê min û yên pê re li wir hat qetilkirin, min biryarek da. Ez ê têkoşîna ku bavê min di oxira wê de canê xwe feda kir, dewam bikim. Û ez ê ti carî dev jê bernedim.
Piştî ku bavê min û yên pê re li wir hat qetilkirin, min biryarek da. Ez ê têkoşîna ku bavê min di oxira wê de canê xwe feda kir, dewam bikim. Û ez ê ti carî dev jê bernedim.
Li navçeya Cizîrê di roja 79. a dagirkerî û êrîşên hêzê dewletê de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û bi dehan kesên li gel wî di jêrzemînên lê asê mabûn de, ji aliyê hêzen dewletê ve bi awaykî hovane hatin qetilkirin. Tûnç berî bê qetilkirin bi rêya telefonê beşdarî televîzyonê bû û got: "Bila kes li benda me nemîne ku em teslîm bibin. Em ê weke roja ewil mil bidin mil û li ber xwe bidin. Di vê oxirê de hewce be em ê canê xwe bidin û şehîd bibin. Me li ber xwe da û serî netewand. Bi me serbilind bin" Tûnç bi vê gotina xwe re bû sembola Cizîrê ya berxwedanê.
Cenazeyê Mahmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ên di jêrzemînan de hatin qetilkirin, piştî testa DNA ya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin û ji aliyê hezaran kesan ve li Şirnexê hat oxirkirin.
Piştî Mehmet Tûnç ku bavê 7 zarokan e hat qetilkirin keça Mehmet Tûnç a 17 salî Nalîn Tûnç li pey bavê xwe nameyek hestiyar nivîsand. Nalîn li ser gotina bavê xwe ya "Bi me serbilind bin" di nameya xwe de got "Em bi te serbilind in" û wiha nivîsand:
"Navê min Nalîn e. Ez keça Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin im. Bavê min lehengê gel e. Bavê min ji bo zilma bi sedsalan li ser gelê kurd tê meşandin û koletiya tê ferzkirin biqede, têdikoşiya. Ez bawer dikim bi serket û gihişt armanca xwe. Bavê min heta dawiyê li ber xwe da. Di vê tekoşînê de mirin û kuştin hebe jî ez bi bavê xwe serbilind im. Bavê min 50 rojan li wê jêrzemînê, bi tî û birçî 50 rojan li dijî wehşetê li ber xwe da. Dest ji berxwedanê berneda. Bavê min di axaftina xwe ya dawî de wasiyeta xwe anî ziman. Got 'Eger TC me qetil bike bila kesên li hemberî vê komkujiyê bêdeng man neyên ser cenazeyê me.' Piştî bavê min û hevalê wî di vê komkujiyê de hatin qetilkirin min ji bo xwe biryar girt. Ez ê têkoşîna ku bavê min di oxira wê de canê xwe daye bidomînim. Ez ê ti carî dest ji vê têkoşînê bernedim. Ji bo ku komkujiyên li Cizîrê pêk hat, li Sûr, Nisêbîn, Hezex û bajarên din ên Kurdistanê pêk neyê ez bang li gelê kurd dikim ku rabin ser piyan. Me ev êş dît, bila kesên din vê êşê nebînin. Yên ev êş bi serê me de anîn em wan hewaleyî xwedî dikin. Min 3 mehan bavê xwe nedît. Herî dawî min bedena bavê xwe ya şewitî dît. Gotina Bavê min a dawî 'ME ÇONG DANENÎ, ME LI BER XWE DA, BI ME SERBILIND BIN' hêj di guhê min de di zengirîne. Ez bi bavê xwe serbilind im. Bila serê kurdan sax be. Nalîn Tûnç."