Keça berxwedêr a Roboskî

Sarîna Dîcle ya bi israr li eniya pêş a Pêngava Şemzînanê cih girt, sê çek bi kar anîbû. Sarîna ya bi lehengî têkoşiya, dema xwest hevalek birîndar rizgar bike, bi ruhekî fedaî jiyana xwe ji dest da.

Gerîla Sarîna Dîcle ya di Pêngava Şemzînanê de bi roleke mezin rabû, dema xwest hevalek birîndar rizgar bike, bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Gerîla Sarîna Dîcle (Sînem Unver) di sala 1993'an de li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê ji dayik bû. Ji hovîtiya dewleta Tirk a salên 90'î li ser gelê Kurd, şêniyên Roboskî jî para xwe dît. Şehîdketina xizmên wê di nava refên PKK'ê de û welatparêziya gelê Roboskî bandor li Sarîna kir.

Sarîna ku di temenekî biçûk de tevgera PKK'ê nas kir, nekarî xwe li zilma li gelê wê dihat kirin rabigire û bi gotina, "ne cesaret, divê azadî tercîha me be" di sala 2009'an de tevlî refên gerîla bû. Sarîna Dîcle di nava refên PKK'ê de her tim bû xwedî jiyan û armanceke mezin. Di Pêngava Şemzînanê de rol û mîsyona wê mezin bû. Bi israr li refên herî pêş cih girt û li eniya şer sê çek bi kar anî. Sarîna di her serketinê de dest bi tilîliyê dikir. Sarîna ya bi lehengî şer kir, dema xwest hevalek birîndar rizgar bike, bi ruhekî fedaî jiyana xwe ji dest da.

Hevrêyên gerîla Sarîna Dîcle yên ew nas dikirin û pê re têkoşiyan, behsa wê kirin.

Hevrêya têkoşînê ya Sarîna Ciwan Ûrmiye ya di Pêngava Şemzînanê ya 23'ê Tîrmeha 2012'an de pê re cih girt anî ziman ku wê di şexsê Sarîna de ruh û sekna jina azad dîtiye û got, "Min hevala Sarîna di pêvajoya pêngavê de nas kir. Hevaleke ciwan û gelekî bi coş bû. Di jiyan û çalakiyê de ji her alî ve baweriyeke mezin dabû derdora xwe. Lê belê bi rastî jî bûbû xwedî çanda rêxistinê. Yanî cewhereke wê hebû.

Hevala Sarîna di nava jiyanê de berê xwe her tim dabû serketinê. Yanî, dema berê xwe dida tiştekî, diviyabû ji sedî ser bi ser bixista. Her tim bi ser armanca xwe ve diçû, xwe venedigirt. Bêteredût bi ser de diçû. Li çiyê, nêrîna me ya li jina di nava sîstemê de diguhere. Di nava rêxistinê de mirov ruh û sekna jina azad dibîne. Di şexsê hevrê Sarîna de min ev dît. Bêguman fedekariya wê di asta herî bilind de bû. Hem ji aliyê hevalê mêr hem jî ji aliyê hevalên jin ve gelekî dihat hezkirin."

Gerîla Ciwan got, "Bi Pêngava Şemzînanê re firsenda hilanîna tola Komkujiya Roboskî afirî, hevrê Sarîna ev firsend gelekî baş bi kar anî" û bi vî rengî têkoşîna Sarîna vegot: "Di nava mirovên di Komkujiya li Roboskî de jiyaan xwe ji dest dan de, xizmên hevrê Sarîna jî hebûn. Digot ku divê ew li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Ji ber vê yekê bi biryardarî di nava çalakiyên destpêkê yên li Şemzînanê de cih girt. Em li cihekî rûniştibûn. Hevalan plansazî amade dikrin. Pêngavê hînê destpê nekiribû. Heval bi israr digot ku dixwaze li refên pêş ên pêngavê cih bigire. Di encama van hewldanên xwe de li eniya pêş cih girt û BKC bi kar dianî. Demekê çek nexebitî. Kesek tinebû B-7 bi kar bîne. Wê ew çek jî bi kar anî. Heval sê çek bi hev re dixebitand. Bikaranîna sê çekan bi hev re ne hêsan e. Cesareteke mezin jê re divê."

Ciwan anî ziman ku Sarîna bi rola xwe ya di Pêngava Şemzînanê re dijmin bêzar kiriye û şehadeta xwe re jî dijmin şoq kiriye. Ciwan got, "Hevala Sarîna di her kêliya serketinê ya pêngavê de dest bi tilîliyê dikir. Wê wezîfeya xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Dema xwest hevalê birîndar rizgar bike di Pêngava Şemzînanê de di sala 2012'an de li Sênala şehîd ket. Şehadeta wê li qadê deng veda. Her kesî behsa hevrê Sarîna dikir. Hevaleke nû tevlî bû, navê wê li xwe kir. Heval xwedî ruhekî fedaî bû. Ti carî serî li ber dijmin netewandibû û bi serketina xwe ya mezin re tol hilanîbû."

Hevala zarokatiyê ya Sarîna Dîcle Savuşka Hêzil jî got, "Bi Sarîna re daxwazên me yên jiyanê weke hev bûn û ji ber ku em li nava refên PKK'ê gihaştin hev, ez gelekî bi bandor û kêfxweş bûm. Di nava şervanên nû de em bi hev re bûn. Min hevrêtiya rastî ya bi wê re li çiyê dît. Min her tim ji xwe re mînak kir û xwest her tim bibim mîna wê.

Di Pêngava Şemzînanê de li ser israrên wê, di refên pêş de cih girt. Dixwest tolê hilîne. Di nava yên li Roboskî de hatin qetilkirin de ji malbata wê jî mirov hebûn. Ji bo li refên herî pêş cih bigire, israr kir. Ji bo wê dem dema hesabpirsînê bû. Û bi rastî jî derbên mezin li dijmin xist."

Hêzil anî ziman ku Gerîla Sarîna dema hewl dida heval birîndar rizgar bike bi awayekî fedaî jiyana xwe ji dest da û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî ku emrê wê biçûk bû jî, hevaleke gelekî wêrek bû. Li eniya şer şervaneke baş, di nava jiyanê de hevaleke dilnimz a bi hestên xwe yên zarokatiyê moraleke mezin dida derdorê bû. Şehadeta wê mîna li tevahiya hevalan bandoreke mezin li min jî kir. Soz didim ku em ê dilsozê bîranîna şehîdan bin û di serî de hevala Sarîna em ê tola hemû şehîdên şoreşê yên di Pêngava Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dan, hilînin."

Rêbaza Çîçek Gabar ku ji sala 2009'an heta şehadetê bi Sarîna re têkoşiya got, "Dema min hevrê Sarîna nas kir, hevaleke bêdeng xuya dikir. Gava em bi hev re di pratîkê de man, min ew baştir nas kir. Di yekîneyê de em bi hev re bûn. Nêzîkatiya wê ya li nirxan bandor li min kiribû. Dema Sarîna tê gotin, rûkeniya wê, zindîbûna wê tê bîra min. Dixwest her tiştî bike û dikir jî. Taybetmendiya wê ya fedekar û alîkarîdayînê her tim li pêş bû. Ti kes di rê de nedihişt, yekser alîkarî dida mirovan."

Gabar da xuyakirin ku di kesayetiya Sarîna Dîcle ya li nava gund û malbateke welatparêz mezin bû de, bandora sîstemê bi qasî tinebû kêm bû û got, "Şehîd Sarîna li gund mezin bûbû. Di temenê biçûk de partî nas kiribû û gelekî pê dilsoz bû. Hevaleke radîkal bû. Bi ser her şaşîtiyan ve diçû û rexne dikir. Divê hemû milîtan xwedî taybetmendiyên wê yên, nêzîkatiya li nirxan û sekna wê ya rêxistinî, bin. Eger em nêzîkatiya wê ya li nirxan esas bigirin, em ê hingî mîrateya wê biparêzin. Li pêşberî bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."