Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku wan bihîstine Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel jî tevlî karwanê şehîdên leheng bûne û got, "Bila serê malbatê, serê gelê Botanê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Ji ber ku ewladeke bi vî rengî mezin kirine, divê malbat û gelê me serbilind bin. Asya Yuksel wê weke ruhê azadiyê yê gelê Botanê û tevahiya jinên Kurd her tim di têkoşîna me de bijî. Vîn û ruhê wan ê azadiyê, wê ji sedî sed gelê me bigihîne jiyana azadî û demokrasiyê."
'BERXWEDANA ASYA YUKSEL BIRYARDARIYA JIYANA AZAD E'
Hevserokatiyê got, "Berxwedana Asya Yuksel biryardariya israra jiyana azad e. Mîrateya Asya Yuksel ku li Cizîrê bû sembola israra jina Kurd a di jiyana azad de, wê ji serhildan û berxwedana herdemî ya gelê mer e pêşengiyê bike" û wiha dewam kir: "Gelê me wê li ser şopa vê abîdeya mezin a azadiyê li dijî êrîşên faşîst, qirkirin û mêtîngeriyê li ber xwe bide û ne tenê ji bo gelê Kurd wê li ser bingeha jiyana demokratîk û azad a li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyeyê jî demokratîk bike. Têkoşîna îro ya gelê Kurd di heman demê de ji bo demokratbûyîna Tirkiyeyê jî tê meşandin."
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Desthilatdariya faşîst a AKP'ê êrîşî hemû Kurdên zana û xwedî vîn dike û bi vî rengî dixwaze vîna jiyana azad a gelê me bişikîne. Girtina siyasetmedar û welatparêzên Kurd, êdî qirkirina siyasî jî derbas kiriye û veguheriye êrîşa qirkirina gelê Kurd.
Qirkirin her tim bi tinekirina mirovên zane yên civakan destpê kiriye. Operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê, qirkirina fîzîkî jî di nav de ji bo qirkirina çandî tên kirin. Hevserokên Şaredariyan, rêveberên herêmî û hevserokên partiyê tevlî bi hezaran girtiyên siyasî hatine kirin. Qirkirina siyasî ku bi hewldana rakirina destnedanê re derxistine asta herî bilind, bi qasî ku Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk Kamûran Yuksek bigirin, pê de çûye. Bi van girtinan ve ji gelê Kurd re tê gotin, 'guneh e hûn li ser jiyana azad û demokratîk bifikirin, we kengî dest ji Kurdîtiya xwe berdan, hingî hûn dikarin bijîn'. Destberdana ji jiyana azad û demokratîk tê wateya qebûlkirina tinebûna Kurdan bi qirkirina çandî ve. Bi kurtasî êrîş li hemberî ziman, çand, nasname û hebûna neteweyî ya Kurdan tê kirin. Ji xwe êrîşên wan ên her roj, hewldanên wan ên pênasekirina Kurdistanê weke welatê Tirkan, tên vê wateyê.
'DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN QIRKRINIA SIYASÎ DERHAL BIKEVE NAVA TEVGERÊ'
Pêwîste gelê Kurd, êrîşên qirkirina siyasî weke êrîşeke li hemberî hebûna xwe ya neteweyî bibîne, qebûl neke û derhal bikeve nava tevgerê. Çawa ku komplo û dîlgirtina Rêber APo ji bo qirkirina Kurdan hat kirin, operasyonên niha yên qirkirinê jî bi heman armancê tên kirin.
Girtina Kamûran Yuksek an jî siyasetmedarekî din ê Kurd, girtina kesekî nîne; polîtîkayeke qirkirinê ya li hemberî tevahiya gelê Kurd tê meşandin e. Ji ber vê yekê têrê nake ku Kurd, siyasetmedarên demokratîk ên Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî girtina siyasetmedar û welatparêzên Kurd bi tenê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Kengî her operasyoneke qirkirina siyasî bû sedema serhildanê û li ser vê bingehê têkoşîn hat meşandin, hingî wê operasyonên qirkirina siyasî bisekinin. Wê çaxê wê ji bo azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê têkoşîn hatibe meşandin.
Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin, ku li hemberî girtina Kamûran Yuksek û hewldana rakirina destnedanê rabin ser piyan û têkoşînê mezintir bikin."