KCK: Êrîş bi berxwedana topyekun ve vala tê derxistin

KCK: Di serî de ciwan û jin, divê tevahî gelê me bikeve bajar û navçeyên hatine dorpêçkirin û bi gelê me yê li wir li ber xwe dide re berxwedanê bimeşîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: “Di serî de ciwan û jin, divê tevahî gelê me bikeve bajar û navçeyên hatine dorpêçkirin û bi gelê me yê li wir li ber xwe dide re berxwedanê bimeşîne. Tevahî gelê Amedê, tevahî gelê Cizîrê, tevahî gelê Silopiyayê rabe ser piyan û ber bi taxên hatine dorpêçkirin ve bimeşe wê karibin van dorpêçan bişkînin, êrîşan vala derxînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi mehan e tax dorpêç kirine, bi tank û topan bombe dike, wiha domand: “Wek pêkanînên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê, li bajarên Bakurê Kurdistanê dike. Bêyî cudahiya zarok, kal, jin, ciwan, nexweş,astengdar bike êrîş dike. Tevahî malan hildiweşînin, mirovan tî û birçî dihêlin û ji tevaî derfetên jiyanî mehrûm dihêlin, bi vê dixwazin berxwedanê bişkînin. Gelê me jî li dijî van êrîşana li ber xwe dide. Têkoşîn li dijî êrîşên valakirina tevahî tax û bajaran a dewleta Tirk veguheriye neterikandina mal, kolan, tevahî tax û bajaran.

Şerê hikûmeta AKP’ê li dijî Kurdan topyekun û bê pîvan dimeşîne tenê ne li hember bajarakî, navçeyekê ye, li dijî tevahî gelê Kurd dimeşîne. Divê berxwedana tê raberkirin jî bibe berxwedana tevahî gelê Kurd. Ji ber vê jî divê li dijî êrîşan ne tenê hin tax, çend bajar, tevahî tax û bajar li ber xwe bidin.

Ev dorpêç û êrîş berdêlên wan çêdibin bila bibin divê bên şkandin. Gelê me li ti cihan mal, kolan, taxên xwe berdêlên wê çi dibe bila bibe divê neterikînin. Îro welatparêzî ji her tiştî zêdetir bi helwesta neterikandina mal, kolan, tax, bajar û welatê xwe derkeve holê. Eger wê Kurdîbûn hebe, jiyanek azad û demokratîk hebe tenê wê wisa hebe.

Bê guman tenê bi berdêl dayina tax û navçeyên di bin dorpêçê de ev berxwedan nagihêje serketinê. Eger êrîş tenê li hember hin taxan çêdibin, divê Amed, Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û li Geverê tevahî tax rabin ser piyan, bimeşin taxên di bin êrîşan de ne û dorpêçê bişkînin. Di serî de ciwan û jin, divê tevahî gelê me bikeve bajar û navçeyên hatine dorpêçkirin û bi gelê me yê li wir li ber xwe dide re berxwedanê bimeşîne. Tevahî gelê Amedê, tevahî gelê Cizîrê, tevahî gelê Silopiyayê rabe ser piyan û ber bi taxên hatine dorpêçkirin ve bimeşe wê karibin van dorpêçan bişkînin, êrîşan vala derxînin. Divê berdêl li ber çavan bên girtin. Bêyî berdêlan ev dorpêç û êrîş nayên şkandin.

Ne tenê tax û navçe, divê gund jî rabin ser piyan. Divê gundên li Şirnexê, Cizîrê, Silopiyayê û Nisêbînê jî rabin ser piyan. Pêwîst e gundên li Şirnexê, Cizîrê, Silopiyayê û Nisêbînê jî rabin ser piyan û ber bi tax û navçeyan ve bimeşin.

Berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr, Şirnex, Silopiya, Nisêbînê ye; berxwedana tevahî gelê Kurd e. Êrîşên dewleta Tirk eger topyekun bin divê berxwedan jî topyekun be. Êrîşên dewleta Tirk giran e, astengiyên derdixe zêde ye; şertên zivistanê giran derbas dibe. Ev rastî ne. Lê, rastiyek din heye; jiyana azad û demokratîk jî tenê bi van zehmetiyan re gengaz e. Ji ber vê jî ji bo gelekî têkoşîna jiyana azad û demokratîk dimeşîne, astengî û zehmetî tenê sedemên têkoşînê ne. Ji ber vê jî divê gelê me ji her derê bi deh hezaran biherike kolanan, avahiyên dewletê dorpêç bikin, berxwedana topyekun raber bikin. Gelê me yê li Sûr, Şirnex, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê li benda vê ne. Ji ber ku roj roja piştevaniyê û mezinkirina têkoşîna hevpar e. Roj roja namûs û rûmetê ye.

Tenê dayik, xwişk, zarok, kal û ciwanên me nayên qetilkirin; êdî cenazeyên me jî di bin êrîşê de ne. Li dijî êrîşek wiha hov divê berxwedan hem xurt hem jî bê navber be. Pêwîst e gelê Kurd heta ev dorpêçana bê rakirin li ser piyan be; rûnenê. Eger êrîş li ser kal, jin, zarok û ciwanan; nexweş, astengdar, li dijî her kesî be divê ciwan, kal, zarok, jin her kes jî berxwedanê bimeşîne.

Ji ber êrîş giran in şêwazên kevn ên çalakiyan û asta berxwedana kevn têrê nake. Lewre divê gelê Kurd jî hêzên demokrasiyê jî li gor asta van êrîşana divê çalakiyên bi tund, bi biryar û karibe bi paş de gavê bide avêtin pêk bîne. Dewleta Tirk ji bo belav bike êrîşî meş û mîtîngên gel dike. Li dijî vê rewşê divê gel jî bi berxwedana xwe hêzên êrîşkar belav bike.

Ji van êrîşên giran ên hikûmeta AKP’ê di serî de Ewropa tevahî hêzên navneteweyî berpirs in. Bi helwest, bêdengiyên xwe cesaretê didin van êrîşana û dibin hevpar. Piştgiriya siyasî û firotina çekan ji bo hêzeke wiha êrîşkar dikin. Ji van êrîşana berpirs in. Bi bêdengiyên xwe ve di serî de nirxên diparêzin binpê dikin. Tirkiye endamê Konseya Ewropa ye û welatekî namzetê endamtiya Yekîtiya Ewropa ye. Din av gelek hevpeyman û paktên navneteweyî de cih digire. Ji ber vê jî ev êrîşana di heman demê li ser navên wan jî pêk tên. Dewleta Tirk hem dibêje em bi van nirxana girêdayîne hem jî li dijî gelê Kurd êrîşa îmhakar a qirkirinê dimeşîne. Ji ber vê yekê divê di serî de Ewropa tevahî welatên bi dewleta Tirk re din av têkîliyên siyasî de ne bikevin tevgerê, ji van êrîşên derveyî mirovahiyê re bibêjin rawest e. 

Qasî hikûmeta AKP’ê van êrîşanên giran pêk tîne, ji bo ev êrîş û qetlîamên derveyî mirovahiyê, hilweşînana negihêje raya giştî ya cîhanê û gelên Tirkiyeyê jî azadiya çapemeniyê ji holê rakiriye. Çapemeniya Tirkiye bûye bultena çapemenî û buroya propagandaya artêş û polîsan. Rojnamevanên azad jî li kîjan cihî tên dîtin demildest tên girtin. Heta niha li kîjan cihê êrîşan pêk tînin xebatkarên çapemeniya azad girtine avêtine girtîgehan. Tevahî rojnamevanên li qadên berxwedanê wek zarok, kal û jinan di bin êrîşan de ne. Zext û girtinên li ser çapemeniyê jî dide nîşandan bê ka êrîşên li ser Kurdistanê di çi astê de ne. Li ser vî esasî em bang li tevahî hêzên demokrasiyê, dezgehên mafên mirovan, tevahî hêzên siyasî yên dibêjin em alîgirên mafên mirovan û demokrasiyê ne, dewletan, saziyên navneteweyî dikin ku li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP’ê li cem Kurdan cih bigirin, piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd, di şkandina van êrîş û dorpêçan de wesîfeyên xwe bi cih bînin.”