KCK: Berxwedana 14’ê Tîrmehê rê li ber girt ku generalên faşîst bigihijin armancên xwe

KCK: Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ku 14’ê Tîrmehê li zindana nimroya 5’an a Amedê rê li ber girt ku genaralên ku darbeya faşîst a Îlona 1980’yî bigihije armanca xwe.

Hevserokatiya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, bi rasteqîniya têkoşînê yên ku bi gavên asêtir, di germahiya Tîrmehê de ber bi serkeftinê ve diçe, ketine 34. salvegera Berxwedan Rojiya Mirinê ya Mezin.

Hevserokatiya KCK’ê ku şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’’ê Tîrmehê-ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de mîladek e- Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anî û wiha pê de çû: ‘’Em girêdayîbûna xwe ya bi bîranîna wan ve careke din dubare dikin û sond dixwin ku di salvegera 34’an de em meşa wan a azadiyê ku dewrî me kirine û alaya wan a ku dane destên me bi serkeftinê tacîdar bikin.’’

Salvegera 14’ê Tîrmehê ya 34. pêkanîna peywirên ji salê din girantir û dijwartir li ber me daniye. Şert û mercên siyasî yên têdeyî û êrîşên heyî duyemîn 14’ê Tîrmehê emr dike ku ji bo şoreşa me careke din were pêkanîn.

Hîç şik û guman jê nîn e ku peywir û berpirsên serdemê guherîne. Lê belê rasteqîniya dewleta Tirk a mêtinger û rejîma şerê taybet a li pêşberî me û armancên wê bi qasî serê derziyê jî neguherîne. Wek wê demê niha jî ji bilî qirkirinê tiştekî din li ber gelê Kurdistanê danayne. Şefên kesên faşîst û qirker navê xwe guherîne, lê jargona wan neguheriye. Eynî weke faşîstên 12’ê Îlonê dibêjin, ‘’an wê serî bitewînin an jî serê xwe bidin.’’

Ji bo vê jî ew ên ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Hezex, Kerboran, Farqîn, Şirnex, Gimgim û Licê zilm, êşkence, komkujiyê û her cure kêmkirinê şayanî gelê me yê berxwedêr dibîne û yên ku li zindana Amedê li hemberî girtiyên şoreşger û welatparêzan sûcê mirovahiyê pêk anîna heman kes in.

Berxwederên Rojiya Mirinê ya Mezin ên 14’ê Tîrmehê di wan şert û mercan de bi berxwedanê, bi sernetewandinê bersiva hewce dane darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî û celadên wan ên xwînxwar û ew têk şikandine. Jiyana ku heya hingê li hemberî wan weke çek dihate bikaranîn bi şîara ‘’Berxwedan jiyan e’’ û ‘’Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku dikarin di ber de bimirin’’ gihandina wateya rastîn û ev pêk anîne.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ku 14’ê Tîrmehê li zindana nimroya 5’an a Amedê rê li ber girt ku genaralên ku darbeya faşîst a Îlona 1980’yî bigihije armanca xwe û tenê bi astengkirinê jî nemane rasteqiniya gel ku wan piştî berxwedanên Şêx Seîd, Agirî û Dersîmê gotibûn ‘’Kurdistana xeyalî li vir veşartiye’’ ji nû ve vejandine, ji gorê rakirine û ew bi xwe şandina gorê.’’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, di salvegera 34’emîn a 14’ê Tîrmehê de Kurdistan û Têkoşîna Azadiyê dîsa dîrokeke mîna vê dijî û wiha pê de çû: ‘’Hema bibêje weke rojenekirina rejîma faşîst a 12’ê Îlonê xwe saz kirine û armancên xwe jî li gorî vê diyar kirine. Ev armanca jî qirkirina gelê Kurdistanê ye. Tayyîp Erdogan û gonevêrk ji bo gelê Kurdistanê ‘’li derveyî dîrokê’’ bihêle hemû hêza xwe dane şixulandin. Ji bo ku bigihijin armancên xwe dibêjin, ‘’em ê dostên xwe zêde û dijminên xwe kêm bikin’’ û bi awayî çi tawîz nemane ku nedana wan hêzên ku heya duhî dijminatî bi wan re dikirin û dijûnî wan dikirin. Li hundir û derve bi dijminên Kurdan re dane ber xwe ku Tevgera Azadiyê bidewisînin. Lê, li tarzekî berxwedanê re, ku giyanê 14’ê Tîrmehê bêhtir kûr kiriye, hevrû bûne. Li hemberî berxwedana gel û gerîla careke din hatiye dîtin ku ji xwarina derbeyên xweş û têkçûnê pê ve wê ti encamê bi dest ve neyînin.

Gelê Kurdistanê û hêzên wê  yên azadî û demokrasiyê sala 35’emîn a 14’ê Tîrmehê bi vê rastiyê pêşwazî dike. Giyanê 14’ê Tîrmehê ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Hezex, Kerboran, Farqîn, Şirnex, Gimgim û Licê û hemû berxwedana xwerêveberiyê berz kirî û gihandî qonaxeke nû û tarzê berxwedanê ji niha ve ew xistine pêvajoya têşikînê. Lehengên wekî Çiyager, Nûcan, Mehmet Tûnc, Asiye Yuksel, Mehmed Yavuzer, Sêvê Demîr û Pakîze Nayiran mizgînvanên vê têkçûnê ne.

Pêşengên berxwedana xwerêveberiyê dema ku jiyana xwe diyarî vê têkoşîna pîroz kirin, wekî şopdarên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê  tevgeriyane. Ev jî bi gotinên herî gewherî Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnc ku li Cizîrê şehîd ketî anî zimên: ‘’Zindanê nekarî ku berxwedêran radest bigire, em ê jî li ber xwe bidin û yê serkeftî wê em bin.’’ Û her wiha fermandarê efsaneyî yê berxwedana Sûrê hevrê Çiyager jî bi gotinên ‘’berxwedana me jî û şehadeta me jî wê mirêsdar be’’ bûne malê dîrokê.

Bi vê hişmendiyê şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, di salvegera şehadeta wan a 34. de careke din bi hurmetdarî bi bîr tînin. Bi îradeya ku wan bi berxwedana xwe afirandî çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê têk birin, em ê bi teqezî dîktatoriya faşîst û mêtinger a AKP- Erdogan têk bibin û sond dixwin ku jiyana azad û demokratîk ku gelê me bêrî lê dike pêk bînin.’’