KCD'ê lenet li Komkujiya Helebçeyê anî
KCD'ê lenet li Komkujiya Helebçeyê anî û got, "Gelê me li hemberî van komkujiyan ti carî paş de gav navêtiye, ji dilsozî û baweriya xwe ya bi rizgarî û azadiyê re ti carî tawîz nedaye."
KCD'ê lenet li Komkujiya Helebçeyê anî û got, "Gelê me li hemberî van komkujiyan ti carî paş de gav navêtiye, ji dilsozî û baweriya xwe ya bi rizgarî û azadiyê re ti carî tawîz nedaye."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 28. salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji ber êrîşa bi çekên biyolojîk û kîmyewî yên li hemberî nirxên mirovahiyê li Helebçeyê hat kirin, zêdeyî 5 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û hat ragihandin, ku komkujiyên li hemberî gelê Kurd di roja îro de jî dewam idkin.
KCD'ê komkujiyên li Qamişlo, Roboskî, Şengal, Kobanê, Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran, Gever û gelek bajar û navçeyên din ên Kurdistanê bibîr xist û ev hemû komkujî hatin lenetkirin.
'ROJ BI ROJ EM BÊHTIR NÊZÎ AZADIYÊ DIBIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên emperyal ên navneteweyî hevparên van sûcên şer ên li dijî gelê Kurd in û hat gotin, "Heta ku dîktatorên li hemberî mirovahiyê sûc kirine û hevparên wan neyên darizandin û hesabê van sûcên xwe li pêşberî mirovahiyê nedin, wê wijdanê mirovahiyê ti carî paqij nebe.
Lê belê rastiyeke şênber heye ku ji aliyê me her kesî ve tê zanîn. Ew jî; Gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê li pêşberî van komkujiyan ti carî paş de gav navêtiye û ji dilsozî û baweriya xwe ya bi azadî û rizgariyê, berdêla xwe çi dibe bila bibe tawîz nedaye. Wê îro jî nede. Gelê me roj bi roj bêhtir nêzî azadiyê dibe û ji gelên Rojhilata Navîn re dibe çavkaniya moral û hêviyê."
Di dawiya daxuyaniyê de banga rêxistinbûyîn û yekîtiya demokratîk hat kirin.