Karayilan: Ruhê 14'ê Tîrmehê wê bibe bingeha serketinê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Siberoj wê ya şopdarên xeta 14'ê Tîrmehê be. Em bawerin, wê ruhê 14'ê Tîrmehê di sala nû de bibe bingeha serketinê."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Siberoj wê ya şopdarên xeta 14'ê Tîrmehê be. Em bawerin, wê ruhê 14'ê Tîrmehê di sala nû de bibe bingeha serketinê."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, bi wesîleya 34. salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji Radyoya Dengê Mezopotamya re axivî. Karayilan got, "Siberoj wê ya şopdarên xeta 14'ê Tîrmehê be. Em bawerin, wê ruhê 14'ê Tîrmehê di sala nû de bibe bingeha serketinê." Karayilan di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wisa pê de çû: "Ruhê Apoyî yê fedayî yan jî xeta 14'ê Tîrmehê her ku çû di nav hevrêyên me de belav bû. Ne tenê di nava refê hevalan de, di nava siyaseta Kurd de, di nav pêşengê civakê de jî heman ruh afiriye."
Mûrat Karayilan bal kişand ser propagandayên reşkirinê yê di çapemeniya Tirk de tê kirin û diyar kir ku şerekî psîkolojîk tê meşandin, dewlet xwe weke serketî nîşan dide û nûçeyên der barê suîqasta Fermandarê PKK Bahoz Erdal de derew in. Karayilan got: "Mumkûne di van rojan de heval Bahoz derbikeve baxive. Divê her kes bizanibe Heval Bahoz li ser erka xwe ye."
Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi radyoya Dengê Kurdistanê de bal kişand ser bexwedana xweseriya demokratîk û diyar kir ku 'şerê bajaran bi dawî nebûye.' Karayilan ji bo hewldanên dewleta Tirk ê di çarçoveya navneteweyî de got: "Ne ku ji Rûsya lêborîn xwestin çûn teslîmî Rûsya bûn. A Îsraîl jî wisa ye. Tenê ji bo ku li hemberî doza Kurd, li hemberî têkoşîna azadiyê destê xwe xurt bikin û rê bigrin kesek alîkariya Kurdan neke çi bibe wê bikin." Her wiha Karayilan bang li gelê Kurd kir û got: "Em ê hînê şerekî bêhtir cidî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bimeşînin. Hinekên navberê divê xwe bidin alî."
Hevpeyvîna Radyoya Dengê Mezopotamya ya endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo tevgera we tê çi wateyê?
"Ez destpêkê 34. emîn salvegera çalakiya mezin û şehîdên çalakiya 14'ê Tîrmehê hevrê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîr tînim. Li hemberî bîranîna wan serê xwe ditewînim û me soza ku dayî wan bi vê wesîleyê careke din dubare dikim. Bi rastî di dîroka têkoşîna me de 14'ê Tîrmeh rojeke girîng e. Roja pêngava mezin e, roja biryara çalakiya mezin e. Di gelek waran de ev çalakiya ku di 14'ê Tîrmehê de destpê kirî heqîqeta tevgera me, heqîqeta Apoyî tîne ziman û nûneriya wê dike. Çalakiya 14'ê Tîrmehê raber kir ku mirov çiqasî di şert û mercê zehmet de be jî dema mirov xwedan biryareke xurt be û li ser vî esasî îradeya xwe xurt bike, li hemberî kela zilmê, li hemberî neyaran mirov dikare bi ser keve. Di şert û mercê ew zulma mezin de di hundirê zindana Amedê de li hemberî dijmin bi çalakiya xwe zafer girtin, dijmin li wir şikest. Ango çalakiya 14'ê Tîrmehê wisa rêbazê zaferê wê çawa bibe ew eşkere kir. Ev ruhek e û xetek e. Helbet di serî de ruhek fedaî ye. Ango ji bo doz û dawa xwe, ji bo gelê xwe ji bo armanca xwe bikaribî xwe feda bikî. Tevgera Apoyî li ser vî hîmî derketiye rê.
Di tevgera me de fedayiyê yekem RêberApo ye. Ger ku Rêber Apo ji bo fikir û ramana xwe her tişt nedana berçav û xwe feda nekira ji xwe di Kurdistanê de partiyeke weke PKK ava nedibû. Ji ber ku behsa partiyeke wisa kirin jî xeter bû. Encex wekî Rêber Apo kirî, yek xwe feda bike bikaribe ji partiyek wisa re rêbertî bike û xebata avadanî pêş bixe. Yanî derketina Rêber Apo weke fedayiyê yekem e. Ev esas bingeha Apoyî ye. Bingeha fikir û ramana Rêber Apo ye. Yekî vî ruhî li ser xwe ava neke nikare bi Apoyî re bibe yek. Ev esasek e. Ev di zindanên Amedê de despêkê hevalê Mazlûm Dogan raber kir, piştî wî hevalê Ferhat Kûrtay û her 3 hevalê pê re ku weke 'Agirê Çaran' tên bi nav kirin agir berdan canê xwe. Dibêjin ku wexta hevalê Kemal Pîr çalakiya hevalê Kûrtay wan bihistiye gotiye ku 'pêwîst bû me berê bikira, lê hevalê Ferhat wan ketin pêş me.' Cardin dibêjin ku carekê hevalê Xeyrî Durmuş di çûyîna dadgehê de li hevalê Kemal rast tê, şert û merc pir zehmet in nikarin bi hev re baxivin, hevalê Xeyrî dibêje 'Kemal em çi bikin?' Hevalê Kemal jî bi awayekî kurt dibêje 'pêwîste em xwîna xwe birjînin.' Yanî em xwe feda bikin. Ev ruhek e, ev terzek e, ev şêwazek e. Ango pêwîst bû tu ji bo doza xwe bikaribî canê xwe bidî. Vaye çalakvanên 14'ê Tîrmehê di astek jor de fikir û ramana tevgera me Apoyî wisa temsîl dikin û bi vî awayî çalakî pêş xistin. Ev çalakî di dîroka têkoşîna me de cihek mezin ava kir û heya roja îro êdî weke rêbazek e.
'RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ NE TENÊ DI NAVA REFÊN ME DE, DI NAVA GELÊ ME DE JÎ AFIRIYE'
Ya din jî ev ruhê Apoyî yê fedaî yan jî xeta 14'ê Tîrmehê her ku çû di nav hevrêyên me de belav bû û heta di nav civaka me de jî belav bû. Nimûneya wê ya herî dawî şerê ku di 11 mehên bihûrî de çêbûye derket pêş. Berxwedana bajaran di serî de yê Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Gever li ser vê ew berxwedana li dar ketiye û meşiya ye 14'ê Tîrmehê tîne ziman. Mesela ne wisa êdî yek kes biryar dide ku xwe feda bike, êdî bi komî hemû bi hev re biryar didin ku 'em ê ji bo serketinê, ji bo em di vir de dijmin bişkînin xwe feda bikin.' Ev ruh ruheke wisa ye. Ew gotinê hevrê Çiyager fermandarê Sûrê 'encam çi dibe bila bibe, wê muhteşem bibe' tê vê wateyê ku her çi dibe bila bibe em ê her bi ser kevin. Serketin a me ye.' Di vî ruhî de serketin heye. Vaye ew şoreşgerê mezin, fedaiyên mezin wisa ketin meriyetê.
Cardin ev ne tenê di nav refê hevalan de, di nav siyaseta Kurd de, di nav pêşengê civakê de jî heman ruh pêşketiye. Nimûne, Mehmet Tunc, Asya Yuksel in. Vana hevserokên meclîsa Cizîrê ne. Ew jî xwe feda kirine, li ser heman xetê ne. Cardin kadroyên civakê rêhevalê weke Mehmet Yavuzer, weke Derya Koç, weke Rojhat Aktaş û tevî wan li Cizîrê bi 10'an ciwanê Kurd ji bo teslîmî dijmin nebin ji bo dijmin bişkînin xwe feda kirin. Cardin di berxwedana Liceyê de Mehmet Şîrîn Kocakaya ew jî ji vê re nimûne ye. Yanî ruhê 14'ê Tîrmehê îro di nav civaka Kurd de, di nav siyaseta Kurd de, di qada civakî de pêş ketiye. Helbet serpêşiya vê kadroyên vê tevgerê dimeşînin, gerîlayê azadiya Kurdistanê dimeşînin, ruhê 14'ê Tîrmehê mirov dikare bibêje, îro di nav refê gerîla de di asteke pir xurt de ye. Bi rastî çi çalakiya rêheval Zinar, çi çalakiya rêheval Eylem, çi çalakiya rêheval Dîrok Amed, hevrê Dijwar Wan binêrî û wekî din li hemû çalakiyan binêri evana hemû bi ruhê fedayî yê Apoyî pêk hatine. Li ser xeta 14'ê Tîrmehê ev pêş dikeve.
Mirov dikare vê bibêje, 34 sal bi ser de derbasbûn ev hevrêyên hêja ev çalakî pêş xistin bûn sembol û bûn pêşeng. Lê îro ev ruha di nav refên şoreşê de, di nav kadro, şervan û di nav xebatkarên civakê de û di nav gel de bûye bingehê berxwedanê, bûye bingehê têkoşîna pîroz û ev ruha bi ser ketiye. Ev ruh ji civakê re bûye mal. Ê ku li hemberî Daîşê li Kobanî zafer girtiye çi ye? Ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Ruhê 14'ê Tîrmehê wisa bû ruhê zaferê, bû bingeha berxwedana mezin, wisa bû esasê meşa azadiyê. Ji bo wê bi rastî em cardin piştî 34 salan mînetdariyê xwe ji bo rêheval Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz raber dikin û tiştê li ser me dikeve ku em ev ruha îro hîn rast temsîl bikin.
14'ê Tîrmehê li zindanan ava bû. Niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Îmraliyê de di nava berxwedanekê de ye, hûn dikarin vê çawa binirxînin?
Niha îro Rêbertiya me bi xwe di zindanê de ye. Hem jî di zindanekê ne ji rêzê de ye. Ez bawer nakim di cîhanê de çi zindan wekî yê Îmraliyê hebin. Ew zindaneke taybet e, cih û wareke ku her tim şerê psîkolojîk û îşkence lê heye. Ne şert e ileh îşkenceya fîzîkî be, îşkenceya manewî, psîkolojîk ji yê fîzîkî hîn zêdetir dijwar û girantir in. Ev rêbazana hemû li Îmraliyê pêş dikevin. Vaye 17 sal in Rêber Apo bi şiklekî bêhempa bi îradeyeke mezin, bi sebreke mezin, bi rastî sekneke pêş dixe. Ev sekna Rêber Apo ji me jî ji bo tevahiya hevalên di zindanê de ne jî bi esasî wekî peyam e, wekî şêwaz e. Îradeyê ku li wir tê raber kirin pir bi wate ye. Ew sekna bi serê xwe ji xwe hemû tiştî tîne ziman. Di ya xwe de israr, di dozê de israr û bi vî awayî her tişt dayîna berçav û di wan şert û mercan de jî ava kirin pêşxistin, yanî vala nesikandin, pêşxistina afrînerî pir tiştekî pîroz e. Serokatiya me berhemê xwe yê herî berfireh, dewlemend û kûr di şert û mercê zindanê de ava kir.
JI BO EM BIBIN BERSIV ME HÊZÊN XWE AMADE KIR
Niha di vê demê de me xwest em layiq bibin. Ewqas hevalên me di zindanê de ne, Rêbertiya me di zindanê de ye. Em jî li derve derfet heye ku bi rastî jî em bibin bersiv. Hewldanên me ji bo vê çêbûn, Lê em pirsgirêkekê jiyan dikin. Em ruhê 14'ê Tîrmehê yê Apoyî li ser xwe dikarin pêş bixin û pêş dixînin. Bi rastî ev ruha îro di hundirê pratîkê de di nav hêzê me de heye. Lê belê em ê çawa vê xetê bikin şêwazê zaferê? Em di vir de pirsgirêk dijîn. Wisa ruh heye, şêwaz di astekê de heye lê di fertilandina zaferê de hinek pirsgirêk tên jiyîn. Ez wisa dikarim bibêjim. Lê di vê xisûsê de hewldan heye. Bi esasî vê carê me hinek hêzê xwe amade kir. Mirov dikare bibêje gerîla hinek amade bû. Li ser vê çarçoveyê çawa raweste, çawa tevbigere amade bû. Lê cardin kêmahiyên me derketin holê.
Vê carê jî xuya bû ku me wekî tê xwestin civak baş amade nekir. Bi taybet civaka me ev hilbijartinên ku çêbûye û encamên di hilbijartinan de hatiye girtin wekî ku civaka me xistiye nav rehavetekê û hêviyekê ku wekî ev pirsgirêk wê bi hilbijartin biçe encamê avabûye. Yanî wisa fêmkirinek çêbûye. Diviyabû me pêşiya vê bigirta û li gorî heqîqeta demê gel ji bo pêşerojê amade bikirana, lê ev pêk nehat û ev kêmahiya me ye. Em wexta ku dibêjin, ‘em şoreşger in û em şoreşê amade dikin' tenê ne kadro û şervan divê em her kesî amade bikin. Berpirsyar em in. Lê derket holê, di vir de kêmahiyên me pêyda bûn. Ji bo wê jî bi rastî berxwedaneke pir mezin çêbû, ruhê Apoyî, fedaî li ser xeta 14'ê Tîrmehê pir bilind ava bû, lê encam wekî me xwest nebû. Cardin dijmin xetimand, li hemberî dijmin berxwedaneke mezin çêbû, ruhek hate avakirin, di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de rûpelekê nû hat çêkirin. Bi rastî tiştê li Surê, Cizîr, Şirnex, Nisêbînê û Licê avabûye wisa ye. Lê encam me hîn zêdetir hêvî dikir. Yanî ked heye, ruh jî heye, îradeyeke xurt heye, lê belê di fertilandina şêwaza zaferê de kêmahî heye. Em niha li ser vê radiwestin. Ji ber ku pêvajo neqediya ye. Pêvajo berdewam e û em bi hêvî ne ku bi ser kevin.
Di vê nuqteyê de ya girîng ev e ku, em di temsîlkirina xeta Rêber Apo de şopdariya ruhê 14'ê Tîrmehê de di asteke diyar de ne. Lê di ku derê de kêmahî heye, divê em wan kêmahiyana bibînin, bibihûrînin û wisa bifertilînin şêwazê zaferê. Niha em weke heval û tevahiya gerîla, tevahî kadro tiştê li ser me dikeve ev e. Salê îsal di pratîkê de baş aşkere bû, hemû hevalên me fedaî ne. Bi rastî di warê ruh de kêmahî nîne. Gelê me jî fedakar e. Lê gel bê rêxistin e, gerîla û kadro jî di şêwazê serketinê de hîn tam wî şêwazî negirtiye. Ger ku em van pirsgirêkana bi lez bibînin, çareser bikin - ku ev erka me hemûyan e- em ê bi ser kevin. Ger em wisa tevbigerin em dikarin bi rastî sala 35 emîn a çalakiya 14'ê Tîrmehê li ser esasê berxwedana û sekna Îmraliyê şêwazê ku li wir hatiye bilindkirin û hîn zêde dewlemendkirin re bibin bersiv. Ger ku wekî tê xwestin em jê ders derxînin em ê bikaribin terzê zaferê jî bigirin. Divê ji vir û wiha em bi vî awayî tevbigerin.
Ji aliyê çapemeniya Tirkiyê û rayedarên AKP'ê de tê îdîakirin ku fermandarê PKK'ê Bahoz Erdal di encama suîqestekê de jiyana xwe ji dest dayî û propagandaya reşkirinê tê kirin. Gelo ev îdîa û propagandana rast in?
Niha divê ku her kes bizanibe dagirkeriya Tirk, dewleta AKP li dijî me wisa bi 3 şêwazan şer dike. Çi ne vana? Bi îstixbarat, teknîk û şerê psîkolojîk şer dike. Wekî berê bi wan re ruh û taqeta şer bi esasî nema ye. Dixwaze îstixbarat xurt bike, teknîk bi kar bîne û yek jî şerê psîkolojîk pêş bixe. Şerê psîkolojîk tê wateya derewan. Tiştekê biçûk bike, lê wê mezin bike, yan jî tiştek nîne, wî weke heyî raber bike. Di nava civakê de xapandinekê çêbike, yanî tiştên nebûyî weke bûyî dide nîşandan. Niha AKP ji bo xwe dixwaze weke zafereke sanal ava bike. Medyayê havuz heye, propagandagerên xwe zehf in, televîzyon û radyo, kesên dizanin biaxivin jî kom kirine her yek rutbeyeke jî dane wan, hinekan kirine profesor, hinekan kirine qunciknivîs her diaxivin. Wekî makîneyên derew, tiştên nebûyî, wekî heyî raber dikin. Serpêşiya wê jî Erdogan dikşîne. Ew bi xwe wekî fermandarê şerê psîkolojîk e.
'BINKETINA XWE BI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK VEDIŞÊRIN'
Mesela niha dibêje, ‘heya niha me 8 hezar kes kuştiye.' Derew e. wekî tê zanîn berê vê me eşkere kir. Di van 11 mehên derbasbûyî de şehîdê me nebûye 800, tevî HPG û YPS hîn nebûye 800, lê Erdogan dibêje 8 hezar. Yanî dixwaze bibêje, ‘min xist.', lê di rastiyê de ne wisa ye. Bi derewan dixwazin bigêjin cihekî. Di civakê de fêmkirinek çêbike û li ser vî esasî tim xwe bike rojev.
Niha li Kurdistanê çalakvanî heye. Bi şêwazên nû gerîlayên azadiya Kurdistan çalakî dikin û qereqol tevî avahiya xwe û yên têde li holê namîne. Dijmin zahf windahî dide. Herî dawî li Mêrdînê qereqola Cewzat hat îmhakirin û li holê ne avahî, ne jî kes ma. Beriya wê jî çalakiyên bi vî rengî bû û çalakiyên heta niha xwedan ast in. Lê ji bo vêya raber nekin, rojev biguherînin û weke ku em windahî didin raber bikin her tiştî dikin. Nimûne hevalan çalakiyek berfireh a bi koordîne li xeta Şemzînan pêşxistin gelek baregehên dijmin kirin hedef û lêdan. Dûvre balafirên dewleta Tirk hat êrîş kir di encamê de hevalan 3 şehîd da dûvre hevalek din jî şehîd ket bi giştî 4 şehîdên me çêbûn. Lê dewleta Tirk dibêje, ‘ 17 kuştiyên wan hene. Di nava xwe de li hev ketine.' Di televîzyona CNN'de li ser wê bername çêkirin ku di nava 2 hevalên me de ji bo vê nîqaş û pirsgirêk çêbûye û qaşo em bindikevin. Lê di rastiyê de bi awayekî hemwext hevalan li 9 qereqolan xistiye. Hemû baregehên wan hatiye lêdan, avahî li ser wan hilweşiyaye, qereqolên xwe terikandine, perîşanbûne, hemû derketine întîşarê û di vê çalakiya mezin de tenê 4 şehîdên me hene. Lê ew dibêjin, ‘17 kuştiyên wan hene û li hev ketine.' Ango heqîqetê berovajî raber dikin. Berê grûbên Dogan a çapemeniyê bi awayekî bi mesafe nêz dibû lê niha ew jî tam ketine çarçoveya şerê taybet û psîkolojîk. Ji ber ku êdî kanalên vê grûbê jî tiştên wisa diweşînin.
Ango dewleta Tirkiyê li Kurdistanê li ser derewan hene. Welatekî mezin û dîrokî weke Kurdisan înkarkirine dibêjin, ‘tune ye.' Ji bo vê her tiştê wan derew e. Divê gelê me ji wan bawer neke. Qaşo heval Bahoz li Qamişlo ye. Ji ku dizanin li Qamişlo ye? Ne wisa ye. Lê bi xwe diyar kirine dibêjin, ‘me lêdaye.' Roja ewil gotin; ‘me kuştiye.' Alîkarê serokwezîrê wan jî wisa got. Xuyaye armancên wan hene. Ewil wisa gotin. Roja duyemîn xelkê fêm kir ku derew dikin. Dûvre gotin; ‘tiştekî wisa heye, lê bes muhtacî teyîdê ye. Em hewl didin teyît bikin.' Nabêjin; ‘me derew kir, me şaş kir.' Wisa nabêjin vaye çend roj bi ser re derbas dibe hêj dibêjin; ‘ji teyîdê re muhtac e.' Hinek çapemeniya havuz her carê vê nûçê nûjen dikin. Me di nava xwe de nîqaş kir hinek hevalan gotin; ‘ne hewceye Tirkan xwest em bersiv bidin û heval Bahoz baxive.' Lê niha fikir çêbû ku encex heval Bahoz derbikeve baxive em wisa ji derewên wan xilas bibin. Mumkûne di van rojan de heval Bahoz derbikeve baxive. Divê her kes bizanibe Heval Bahoz li ser erka xwe ye.
A girîng divê gelê me û hevalên me li hemberî ev rêbaza dewleta AKP'ê ku pir zêde şerê psîkolojîk dimeşîne bi tedbîr bin û fêm bikin. Duh yekî wan ku ji vî karî serpêşîtî dikşîne çi digot? Digot; ‘ev şer ji sedî 80 psîkolojîk e.' Ango rêbazê xwe dianî ziman. Vana şer bi sedî 80 bi derewan dimeşînin hemû derew in. Dibêjin; ‘ Tugaya Til Hemîs kiriye.' Kesî Tugaya Til Hemîs nebihistiye tiştek wisa nîne. Ev karê MÎT'ê ye. MÎT bi xwe tiştekî wisa tevger kiriye, navek ava kiriye. Xuyaye MÎT dixwaze hinek senaryo pêşbixîne lê hêza xwe û agahiya xwe nîne. Ango xuyaye dixwaze hinek tişt li gorî xwe pêş bixîne lê di vê de rêbazên xwe seresere ye. Di heqîqetê de tiştekî wekî tugayê Til Hemîs nîne. Bi kurtahî dixwazin çi raber bikin? Heçku li dijî şoreşa Rojava tabûr çêbûne. Ji ber Til Hemîs cihekî bi Qamişlo ve girêdayî ye. Dixwazin raber bikin ku heçku şerek heye. Lê tiştek wisa nîne. Jê şûnde heçku fermandarê PKK'ê hemû li Rojava ne û vaye em li wir dikujin. Dixwazin tiştekî wisa raber bikin. Wê çaxê civîna NATO hebû gumane ku ji bo li ser civînê bandorek çêbikin vê derewê tavilê avêtin holê. Ji ber ku ew dixwestin di der heqê şoreşa Rojava de hinek biryar bidin stendin, lê bi ser nekeftin. Derewek wisa avêtin ortê gumane ku li ser birayar NATO bandor çêbikin. Belkû bi wê hesabê kiribin.
Bi kurtahî ji xwe ev tişta derew e. Bila di derewên xwe de bixeniqin. Gelê me, însanên demokratîk û hevalên me divê li hemberî şêwazê şerê psîkolojîk her tim hişyar bin. Gelê me jî kes bi van tiştana bawer neke.
Mijar civaka Tirkiyê ye. Vana civaka Tirkiyê di destê xwe de kirine amûr. Divê civaka Tirkiyê jî li hemberî ev şêwazê derewkeriyê xwedan helwest bin. Ji ber ku vana bi derewî diçin encaman lewma wisa di derewan de kûr bûne. Mînak dizektî kirin gotin me nekiriye û berovajî wê tişt kirin. Civaka Tirkiyê jî heçku dan qebûl kirin lewma hîn zêde di derewan de kûr bûne. Lewma ev şêwazê dewleta AKP'ê dimeşîne ji yên dîtir hîn zêde derewkerî dimeşîne. Li hemberî ev şêwazê wan divê her kes hişyar bin. Ew bi vê nikarin bi ser kevin. Ew îro bi ser nakevin derdin û wê derbidin jî.
'LI DIJÎ TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ DIKARIN HER CURE LIHEVHATINÊ BIKIN'
Çûn xwe avêtin Rûsya û Îsraîl. Ne ku ji Rûsya lêborîn xwestin çûn teslîmî Rûsya bûn. Xwe teslîm îradeya Putîn kirin gotin; ‘me efû bikin.' A Îsraîl jî wisa ye. Vana wisa bêrûmet in. Tenê ji bo ku li hemberî doza Kurd, li hemberî têkoşîna azadiyê destê xwe xurt bikin û rê bigrin kesek alîkariya Kurdan neke çi bibe wê bikin. Wê heta namûsa xwe jî bifroşin û ji bo bikaribin dijî me peyman çêbikin. Vana wisa ne, ev derket holê. Ewqas sal in li dijî Sûriyê tiştekî ku nehatiye ziman nehiştin. Dewleta Sûrî tarûmar kirin. Îro jî dibêjin, ‘çi sedem nîne bi Sûriyê û Misirê re nexweşiyên me hebin.' Ma te Sûrî xerabe kir 10 mîlyon însan ji Sûrî derket û wêran bû. Vêya te kir. Roj û şev dijun ji Sûrî û serokê Sûriyê re kir, lê niha dinêrin teng bûne, dikin bikevin ji bo li wir Kurd maf û statû negrin dixwazin bi Sûrî re jî û bi her kesî re bibin yek. Vana sînorên etîk ê prensîban derbaskirine. Tek armancek wan heye doza azadiya Kurdistan tesfiye bikin, li hemberî vê xwe xurt bikin. Xwe di vê eksenê de xistine mewziyê û li gorî wê tevdigerin. Ji bo vê derewan dikin, ji bo vê li ber xelkê digerin. Vana hemû lewaziya wan raber dike. Divê gelê me bizanibe ger ku vana ewqas wehşet meşandin, bajar xerakirin ev ji lewaziya wan e. Ji ber ku wana jî êdî dawiya xwe dibînin. Ango nema gelê Kurd wisa bindest bimîne, nema wana wisa bikaribin dîktatoriya xwe bi vî awayî bimeşînin. Vêya dibînin lewma hewldanên wisa bê perwarva dimeşînin.
Hûn berxwedana xweseriya demokratîk û asta YPS'ê çawa dinirxînin?
YPS weke tevgera ciwanan îradeyek raber kir, di bajarên Kurdistanê de gavek avêt û şerekî dijwar û dîrokî pêş xist. Êdî YPS bû nasnameyek. Di têkoşîna Kurdistanê de êdî YPS jî nasnameyek e. YPS hêzek sivîl e û parastina sîvîl e. Hinek dixwazin YPS weke HPG raber bikin. Na HPG cuda ye, YPS cuda ye. Rolê xwe û mîsyonên xwe cuda ne. Divê ku YPS li gorî wê tevbigere. Mijara şerê bajaran mijareke girîng e. Em di şerê bajaran de gav paşde navêjin. Şêwazê ku hatiye meşandin şêwazê tenê li pişt xendekan de şer kirin; ne şêwazek şaş bû, lê têr nedikir diviyabû biguheriya û têde guhertin çêbû. Divê bi şêwazê nû di şerê bajaran de kûranî çêbibin. Di vê mijarê de hemû hêz û saziyên eleqedar pêwîste li ser rawestin. Dijmin dixwaze şerê me tenê di çiyan de bi sînor bike. Lê divê em li gorî perspektîfa nû têkevin meriyetê. Ev pêwîstiyek e. Di vê xisûsê de kêmaniyên heyî divê bên bihûrandin. Cihê şer lê bûye weke Şirnex û Nisêbin divê li derdora wê tevgerî hebe. YPS divê xwe di nava gel de kûr bike û bi rêbazên cur be cur tevbigere. Ger di van xisûsan de YPS di xwe de kûraniyek çêbike berxwedaniya avabûye rê dide ku YPS bi ser bikeve.
Di salvegera 14'ê Tîrmehê de peyama we ji bo gelê Kurd çi ye?
Gelê me gelekî fedakar e, bi axa ve girêdayî ye, welatparêziya xwe kûr e. Ji bo giştî mirov dikare vêya bibêje. Dijmin herî dawî bajar da ber xwe, xaniyê gelê me hilweşandin da ku gelê me ber bi metrepolan herin û winda bibin. Hedefa dijmin ev bû. Lê niha em dinehêrin hedefê dijmin pêk nehat. Rast e, dijmin ji sedî 85 Şirnex hilweşand lê gelê me wir terk nekir. Bi vê wesileyê ez însanên me yê li wir mane silav dikim. Ew însanên me yê ku li kon û çardaxan de ji Cifanê heta Dêrgulê sekinîne ez wan însanên me yê hêja yek bi yek silav dikim. Bi rastî bi ew sekna xwe peyam didin me. Cardin gelê me yê Licê jî wisa ye. Dijmin bi rojan wir bombeberan kir, lê nikarîbûn Lîcê vala bikirana. Ez wan jî silav dikim bi rastî berxwedanek meşandin. Ev ji bo Gever û Nisêbin jî wisa ye. Di xelkê me de êdî zanebûnek çêbûye. Divê bizanibin bi ruhê 14'ê Tîrmehê em dikarin biçin serfiraziyê. Pêvajoyek jiyan bû ev weke tecrûbeyek bû pêwîste em jê ders derbixînin, kêmaniyên heyî bibihûrînin û bi rêbazên dewlemend em tevbigerin. Tişta herî girîng ji bo gelê me rêxistin û hevkarî ye. Ango hevkariya hev û alîkariya hev bikin. Her tiştê xwe parvebikin û xwe rêxistin bikin. Tişta ku yekem gelê me bike ev e. Li ser vê lêhûrbûnek heye û wê li ser wê pêşveçûnek çêbibe.
'EM Ê ŞEREKÎ HÎN BÊHTIR CIDÎ BIKIN'
Ya din em û dagirkeriya Tirkiyê em ê şer hîn cidî bikin. Ev wisa dixuye. Hinekên navberê divê xwe bidin alî. Dijmin pir hewl dide qurîciyan têxin navberê ji bo ku di navberê de bipelixin. Divê însanên qorucî, mal û eşîrên qorîciyan vê heqîqetê bibînin û nekevin leyistokê. Erdogan ji bo qesra xwe vî şerî dike ev şer her diçe cidî dibe dixwazin di vê navberê de qorîciyan têxin nav divê qorîcî nekevin vê.
Ya din Erdogan û partiya wî AKP li Kurdistanê sûc kiriye û sûc dike. Pêwîste Kurd di vê partiyê de nemînin. Kurdên bi şeref û namus ku ji xwe re dibêjin em însan in nûnertiya vê partiyê li Kurdistanê nekin. Çima? Ji ber ku ev partî biryara qirkirinê daye, ewqas bajarên me xera kirine ji bo vê pêwîste her kes li hemberî vê xwedan helwest be. Her yekî welatparêz û Kurd û ne Kurd be jî ger dij qirkirinê be divê di vê partiyê de cih negre. Divê her kes di vê mijarê de baldar be. Niha projeyê AKP û Erdogan ev e ku dixwazin qorîciyên siyasî avabikin û leyistokê kûr bikin. Heta bangî partiyên din dike dibêje, ‘hûn jî werin di Kurdistanê de tevgerî bikin.' Gelê me û însanên me jixwe re weke êm dibînin. Di bin navê bekçî û qorîcîtiyê de dixwaze bikire, divê kes xwe nefroşe. Ev dem ne demeke wisa ye ku mirov bi dijmin bê xapandin û bi çend quruşan xwe bixapîne. Na, bisekine tameşa bike, yan jî tevlî bibe. Ger tevlî nabe bila tameşe bike. Çima? Ji ber ku ev dem demeke dîrokî ye. Di ev dema dîrokî de êdî têkoşîna azadiya Kurdistan wê bi ser keve. Ev herikandineke dîrokî ye. Çi kes û çi hêz nikare herikandina dîrokê bisekinîne. Çawa ku av dimeşe û nayê sekinandin wê her rêya xwe bibîne wê ev şoreşa jî rêya xwe bibîne û wê gelê Kurd bi ser bikeve. Niha dijmin hovîtiya xwe raber dike, bi derew û teknîkê xwe serketî raber dike, lê pêşeroj ya şopdarên xeta 14'ê Tîrmehê ye. Ger wisa bibe em bawer dikin wê ruhê 14'ê Tîrmehê di sala nû de wê bibe bingehê serketinê.