Karayilan: Gerîla çi pêwîst bike wê bike

Niha ez ê li vir nebêjim wê gerîla wisa wisa bike. Lê divê ev bê zanîn, ev sal ji bo saleke nû ye. Ev pêvajo, pêvajoya herî girîng a dîroka têkoşîna me ye, dîrokî ye.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî bernameya Soz Otesî ya Dogan Çetîn pêşkêş dike bû, têkîldarî pêvajoyê nirxandinên bibandor kirin.

Karayilan têkîldarî berxwedanên xwerêveberiyê û bajarên bûne sembol ên Kurdistanê, bi biharê helwesta gerîla, pêşketinên herî dawî yên Rojava û têkîldarî rojevê gelek xal anîn ziman.

Karayilan bi berxwedana Cizîrê dest bi axaftina xwe kir, axaftinên Mehmet Tûnç ê bûye sembola berxwedana Cizîrê bi bîr xist, wiha nirxand: “Gotinên rêberê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza piştî 78 salan careke din hat gotin û ket meriyetê.”

MEHMET TÛNÇ WEK RÊBEREKÎ LEHENG Ê GEL KET DÎROKÊ

Di nirxandinên Mûrat Karayilan de ev serenav derketin pêş:

“Di serî de ez tevahî şehîdên berxwedana Cizîrê di şexsê Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç de bi bîr tînim. Mehmet Tûnç wek rêberekî gel ê rast, lehengekî ku seknek bi biryar raber kiriye, ewladekî leheng ê Botanê ye.Di berxwedana Cizîrê de gotinên Mehmet Tûnç, Mehmet Yavûzer, Derya Koç hebûn. Her wiha gotin û berxwedanên hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma yên sembola şehîdên Silopiyayê hebûn. Ev tevahî nîşan dide ku ev şoreş ji aliyê mirovên rast tê meşandin. Rêberên ku gel ji nav xwe derdixe, berxwedan û têkoşînê dimeşînin. Dengê wan mirovên me yên leheng û bi nirx hê jî di guhê me de ye. Ev sekna ku bêyî dudiliyekî jiyan bike biryarbûyinek nîşan da, seknek lehengî ye. Di şexsê hevalê Mehmet Tûnç de gotinên 78 sal berê ji aliyê rêberê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza hatibûn gotin, careke din hat gotin û ket meriyetê. Mehmet Tûnç çi got, “Em çokan naşkînin, em serî natewînin, yên li pey me man divê bi me serbilind bin.” Neviyên Seyîd Riza îro, bi vî awayî li ber xwe didin. “

 ‘BERXWEDÊRÊN SÛRÊ EFSANEYÊN ZINDÎ NE’

Karayilan berxwedana Sûrê jî nirxand, ji bo berxwedêrên Sûrê got, “Berxwedêrên Sûrê efsaneyên zindî ne” û wiha axivî:

“Niha piştî Cizîrê, qadek me yê din di berxwedana xwerêveberî û xweparastinê de li lûtkeyê ye Sûr e. Îro roja 93’yemîn e. Bi gotinek din Sûr dîrokek nû dinivîse. Artêşa herî mezin a duyem a NATO’yê hewl dide bi tevahî artêş, teknîk û hêzên xwe yên taybet ve 6 taxên biçûk bigire. Li wir îradebûyinek li ser mirovahiyê heye. Berxwedêrên Sûrê efsaneyên zindî ne. Ev pêk hatiye. Ji îro û şûn de rewş çi dibe bila bibe, êdî bûye malê dîrokê. Ji milê leşkerî rewşa berxwedêrên wir çawa ne baş nizanim û ne pêwîst e li vir bê gotin. Lê, ne wek dewleta Tirk û waliyê Amedê dibêje ye, ev teqez e. Pir cudatir e. Lê, rastiyek li vir heye.  Berxwedanek mezin û rewşek nû heye. Li hember walî dibêje, ‘operasyona me serketî ye, gihiştiye asta ji sedî 98.’ Ev çi serketinek henekan e. Ka serketin di kû derê vê de ye? Serketin nîne. Tiştekî wisa jî heye ku di zanista ilmî û hunerî ya şer de heta dawiyê parastinek cihekî tineye. Şer li ser du lingan e. Yek berxwedan êrîş, yek jî vekişandin e. Îro Cizîrê rewş guhert, dibe sibehê Sûr jî biguhere. Qad dikarin bên guhertin. AKP’ê wisa kiriye ku tu dibêjî qey bikeve Sûrê wê Kurdistanê fetih bike. Ne te ew der e, ev ne rast e. Li gor mejiyê şer, di cihekî de heta dawiyê israrkirin, ne pir rast e, divê gelê me vê bizanibe. Erê li wir berxwedanek mezin çêbû, ev bû malê dîrokê, serketin bi dest xistiye. Serketiye. Li Kurdistanê heta niha mînakên vê tinebûn. Li ti cihên Kurdistanê mînakên vê nîne, ev tiştekî nû ye. Heta mînakek li cîhanê nimûne ye. Ji ber vê dibêjim dîrok tê nivîsandin. Li Cizîr û Sûrê teqez dîrokek tê nivîsandin û hat nivîsandin jî. Serketiye, ji vê saetê û şûn de êdî ew der serketin bi dest xistiye.

BERXWEDANÊN SÛR Û CIZÎRÊ WÊ PÊL BI PÊL BELAV BIBE

Çi bû hesabên van, wê Cizîr, Silopiya, Sûr û hin cihên din ê berxwedana xwerêveberiyê heye ku ne tenê ev in, kirin hedef û planek mehekê danîn. Çi bû, bû sê meh. Tevahî armanca wan beriya biharê bi gotina wan paqijkirina bajaran bû. Gotin wê bê paqijkirin. Ka va bihar hat, niha em di meha Adarê de ne. Çi bû, wê paqij kir? Ka em bêjin Sûr ket, lê berxwedana ku Sûr û Cizîrê çêkiriye wê pêl bi pêl li welat belav bibe. Me got wê bibe agirekî natemire. Binêrin, venamire.

XENDEK LI HEMBER QIRKIRINÊ AMÛRÊN BERXWEDANÊ NE

Bêyî şem bikin dibêjin, “niha ev rewş li Ewropa bibûya wê bertekên tund nîşan bidana”. Ewropayî beriya niha 100, 200 sal berê pirsgirêkên xwe çareser kirin…. Dibêjin, “Nizanim li wan deran xendek hebûya wê çi bibûya”. Niha li ti bajarokekî Bûrsayê kes dikare xendekan bikole, bingehê vê heye? Tineye. Eger li hin bajarên Kurdistanê ev hebin, bingehek wê heye, armancek wê heye. Rastiyek vê ya civakî heye, heqîqetek heye. Ji bo xwe ji te biparêzin dikin û xweseriyê dixwazin. Tu çi dikî? Bi darê zorê asîmîle dikî, qir dikî. Xendek li hember qirkirinê seknek û berxwedanek e. Berxwedana Xweseriyê ye. Mêtingeriya Tirk teqez bi AKP’ê re li Kurdistanê qirkirinek nû pêş dixe û xendek li hember vê berxwedan e.

QETILKIRINA MIROVÊN SIVÎL Ê LI SÛRÊ QETILKIRINA PÊŞEROJÊ YE

Tiştên ku divê bê kirin wezîfeya mirovahiyê ye. Di bajarekî mezin ku nifûsa wê bi milyonan e û hem jî li nava bajêr, qetlîamek li ber çavên her kesî wê bibe şermek mirovahiyê. Lê, li Sûrê îro ev mirov bên qetilkirin, ev tenê wê ne qetilkirina hin mirovên li Sûrê bin (ku dibêjin 300-400 kes in), wê qetilkirina mirovahiyê bin. Pêşeroja gelê Kurd wê bê qetilkirin. Esas, wê pira jiyana hevpar a gelê Kurd bi Tirkiyeyê re bê xerakirin. Tarza siyaseta Kurd li ser esasê bi Tirkiyeyê re jiyana hevpar e. Bi taybet jî rola HDP’ê rola pirê ye…

Tenê liv û tevgera gelê Amedê têrê nake. Ez jî dixwazim bang li tevahî gelê Kurdistanê û tevahî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bikim; li Sûrê qetilkirina mirovên me yên sivîl, qetilkirina hevpariya pêşeroja Kurd û Tirkan e. Qetilkirina tevahî gelê Kurd e. Ji ber bû bi armanca qaşo tirsandina û pelçiqandinê vê dikin. Lewre, divê her kes vê wek li ser xwe pêk tê bihesibîne. Gelê Serhedê çima nakeve tevgerê? Riha, Dêrsim û gelê me yê din çima nakevin tevgerê? Divê demildest tevahî gelê me bikeve tevgerê. Ne tenê Amed, her kes, ji cihê xwe bikeve tevgerê, kes nebe temaşevanê qetlîamek li Sûrê. Kî çi ji destan tê divê bike. Ev ji bo Kurdên Ewropa û hêzên demokrasiyê jî derbasdar e. Bi qetlîamek zîhniyeta AKP’ê ya li Sûrê teqez wê rewşek nû jî pêşkeve. Divê kes ji rêzê negire dest. Ji bo ya li Cizîrê me got, diviya em li ser me pêk nehata, lê niha li Sûrê, li nava bajarekî Mega yê wek Amedê, tiştekî wisa pêk were, ev tê wateya binpêkirina îradeya tevahî gelê Kurd. Ev rewşek nayê qebûlkirin e. 

JIXWE GERÎLA WÊ TIŞTÊ PÊWÎST BIKE

Heta niha pêvajoyek zivistanê bû, esas hê ji bo bidawîbûna zivistanê hinek dem heye. Hêzên xweparastinê yên YPS’ê heta niha berxwedan meşandin. Dewlet di her firsendê ji bo beriya biharê tesfiye bike êrîşên piralî pêk anî. Wek min behs kiribû, di encam de hêza xweparastinê li ser lingan ma. Niha bi biharê, wê gerîla jî bikeve dewrê. Niha ez li vir nabêjim wê gerîla wisa wisa ike. Lê divê ev bê zanîn, ev salek ji bo me salek nû ye. Ev pêvajo di dîroka me de girîng e, pêvajoyek dîrokî ye… Lê, rolgirtina gerîla nayê wê wateyê ku beşên din dest ji rola xwe berdin. Komên welatparêz in, xebatên, tevgera qada civakî ye, wê bidomin. Ango çarçoveya me Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Di Şerê Gelê Şoreşgerî de ne tenê gerîla, her kes heye. Di pêvajoya nû de, êdî ji bo encamgirtinê em ê tevbigerin.  Eger her kes rola xwe, wezîfeya xwe bi cih bîne, wê dem wê encam bê girtin, serketin bi dest bikeve. Ango, bendewariyek wisa ne rast e; mehek ma, wê gerîla bikeve dewrê, em ê rehet bibin, gerîla wê lê bide, em ê jî binêrin. Na, wê her kes bikeve nav. Divê tevahî hevbirên qada civakî erkên xwe di asta herî jor de bi cih bîne, jixwe gerîla wê tiştê pêwîst bike. Di vê mijarê de hêz, performansa gerîla heye, ango dikare her tiştî bike. 

CIWANÊN KURDISTANÊ TEVLÎBÛNA GERÎLA ESAS BIGIRIN

Pêvajoyek wiha girîng li pêş me ye. Lê, divê qada civakî jî wezîfeyên xwe bi cih bîne. Ji gerîla bendewariyek wisa pir zêde ne rast e. Divê her kes di serî de bizanibe ku ev pêvajoyek dîrokî, stratejîk a nû ye û eger her kes wezîfeyên xwe bi cih bîne, em ê biçin encamê, li ser vî esasî jî divê tevlîbûn çêbibin. Di serî de divê keç û xortên Kurdistanê, di vê pêvajoya nû de tevlîbûnê esas bigirin. Tevlîbûna gerîla esas e, tevlîbûna YPS’ê esas e. Ango tevlîbûna hêzên berxwedêr esas e.

LI GIRÊ SPÎ AKP Û DAIŞÊ SÎLE XWARIN

Niha li gor agahiyên gihiştin ber destên me, êrîşa li ser Girê Spî pir berfireh e. Ango, ji êrîşa Kobanê ya 2014’an û vir ve ya herî berfireh e. Armanca êrîşê komple qada  Mebrûka, Silûk, Şergirat ên Girê Spî bi dest xistine. Li vir gelek kes ketin tevgerê. Nêzî 600 kes li eniya pêş, li eniya paş Reqqayê jî gelek kes xistin nav tevgerê, lê li eniya pêş nêzî 600 kes ketin nav tevgerê. Li vir tiştê girîng ew e ku ji ser Tirkiyeyê hatine. Li gor agahiyên gihiştin me, ji 7 cihên cuda yên Tirkiyeyê ketine hundir. 3 li bejahiya gundan, 4 jî bajar. Êrîşa li ser Girê Spî ji aliyê Tirkiyeyê pêk hat. Ev bi hevpariya DAIŞ û MÎT’ê, ango bi tevlîbûna hêzên Daîreya Şerê Taybet pêk hat, ev teqez e. Jixwe plansaziya Kobanê jî ji aliyê heman hêzan pêk hatibû.”

Karayilan der heqê têkîliyên PKK’ê yên bi PYD-YPG’ê re jî axivî, îdîayên ku ji vir teqwiyeya cebilxaneyê tê kirin wiha got:

 “Ev bi temamî derew e. Ev derew jî nagire. Ji ber çi nagire? Ji ber ku aliyên vê hene. Heta niha her tim mêtingerên Tirk têkîldarî me hin îdîa avêtin holê. Derew in. Jixwe divê bingeha zîhniyetek ku welatekî wek Kurdistanê tine dihesibîne, derew be. Jixwe tevahî gotinên ku dewleta Tirk ji bo pêkanînên xwe yên li Kurdistanê dibêje bê bingeh e. Ev mijar jî wisa ye.”

DIVÊ NEWROZ BI ŞÎARA ‘RÊBERTIYA AZAD, KURDISTANA XWESER’ BÊ PÎROZKIRIN

Mûrat Karayilan têkîldarî meha Adarê jî ev bang kirin:

“Ev rastiyek e, meha Adarê her tim di dîroka tevger û gelê me de bûye meha têkoşînên girîng. Wek we jî anî ziman, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhaê ve Tevgera Jin dikeve nav tevgerê. Jixwe pîrozkirinên 8’ê Adarê destpê kirine. Ez jî bi vê boneyê roja jinan pîroz dikim û di têkoşîna azadiyê de ji dil û can serketinê dixwazim. Têkoşîna wan têkoşîna PKK’ê ye. Têkoşîna PKK’ê jî têkoşîna jinê ye. Ango heta di civakê de jin û mêr nebin wekhev, ti carî ne azadî, ne demokrasî ne jî jiyanek rast a mirovî pêk tê. Ji ber vê jî eksenê têkoşîna jinê eksenekî bingehîn e. Eksenekî azadî û mirovahiyê ye. Ji ber vê jî aktîvîteyên 8’ê Adarê girîng in. Ji bo veguhestina wê zanebûnê, pêşxistina çalakiyan, destpêkirina liv û tevgerê girîng e. Dûv re Newroz heye. Rojek girîng e. Ji bo gelên herêmê, gelê Kurdistanê û tevgera me. Wek hûn jî dizanin, tevgera me rolek din jî li Newrozê kiriye. Roja ku Kawayê Hesinkar ê Nûjen Mazlûm Dogan derketinek girtiye dest e. Ji ber vê jî wê tevgerek nû bibe. Bihar e, destpêka biharê ye. Di civakê de wê tevgerek, pêşketinek bi Newrozê re çêbibe. Ez ji niha de bibêjim; hin dikarin têkîldarî newrozê manîpulasyonan bikin. Ji ber vê ji niha de mirov bibêje wê baştir bibe. Newroz ji bo gelê me rojek kevneşopiyê ye, cejnek e, cejna azadî û berxwedanê ye. Bê guman ew roj wê hestên azadiyê, nêzîkatiyên berxwedanê zêdetir bibin. Ew roj pêşketinên wisa dikarin pêk werin, lê divê gelê me di asta civakî de Newrozê pêşwazî bikin. Salên bihurî çawa dihat pêşwazîkirin, wê îsal jî wisa bê pêşwazîkirin. Heta divê hê berfirehtir bê pêşwazîkirin…. Şehîdên me hene. Li Cizîrê zêdetirî 250 şehîdên me hene. Ev şehîd ji bom e giran in. Niha jî rojev Sûr e. Eger wisa jî be, divê em dîsa Newrozê bi sirûd, stran , govendan pêşwazî bikin. Ji ber daxwaza şehîdan ji me ev bûn. Mezinkirina berxwedan, têkoşînê ye. Ne şîn e. Mehmet Tûnç dibêje, ‘Divê hûn bi me serbilind bin”. Bi kurtasî bendewariyên şehîdên me bilindkirina bîranînên wan e. Ango li vî welatî lehengên mezin derketin. Wek Şehîd Zinar, fedaî derketin. Mîlîtan û fermandarên k di her qadê de dikarin têkoşînê bigirin ser milên xwe derketin û şehîd ketin. Niha em wek şopdarên wan divê em agirê Newrozê hê gûrtir bikin, em berxwedana xwe xurttir bikin û civakî bikin. Divê Newroz bi şîara, ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk’ bê pîrozkirin. “