Jiyanek ji bo azadiyê: Mamê Rişe
Mamê Rişe Che Gûevarayê Kurdan.. Lehengekî ji bo azadiyê yê ku sirgûn, tinebûn, birçîbûn, mirinê ew neanî ser çokan, efsaneyek...
Mamê Rişe Che Gûevarayê Kurdan.. Lehengekî ji bo azadiyê yê ku sirgûn, tinebûn, birçîbûn, mirinê ew neanî ser çokan, efsaneyek...
Mamê Rişe Che Gûevarayê Kurdan e. Lehengekî ji bo azadiyê, yê ku sirgûn, tinebûn, birçîbûn, mirinê ew neanî ser çokan, efsaneyek...Carna bi zarokên Fîlîstînî re kevir diavêt faşîzma Îsraîlê, carna li çiyayên Kurdistanê li dijî Enfsala Saddam bi ser zilmê de dimeşiya. Carna bi xençerê xiyanetê dibe qurban.
Mamê Rişe, navekî ku we, me piştî şehadeta wî bihîstine. Lê belê hînê sax bû, cihê xwe di dilê bi mîlyonan Kurdan de girtibû. Ew şervanekî azadiyê, lehengekî gel bû. Ew, jiyaneke bi stranan, bi helbestan tê vegotin e. Navê wî li zarokan tê kirin. Dayik, ji bo zarokên wan bibin mîna Mamê Rişe, dua dikin. Ew ne qehremanekî çîrokan, ne jî yê fîlman e. Ew şoreşgerekî rasteqîn e ku jiyana xwe diyarî azadiyê kiriye, lê xençerê xiyanetê li dilê wî ketiye.
Di salvegera şehadeta Mamê Rişe de hevrêyê wî Siwar Baweyî û hevjîna Mamê Rişe Kjan Hesen Kerîm ji ANF'ê re qala têkoşîna wî ya azadiyê kirin.
JI ÇEMÇEMALÊ HETA ÎNTÎFADA FÎLÎSTÎNÊ
Mamê Rişe, di sala 1952'an de ji malbateke cotkar a ji gundê Taleban ê navçeya Silêmaniye Çemçemalê ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de alîkarî da bavê xwe yê cotkar. Tevgerên ciwanan ên şoreşger ên salên 1960-70 yên li cîhanê bandorê li wî dike. Di sala 1971'ê de agirê têkoşînê yê di nava dilê Mamê Rişe de geş bûbû, berê wî da Fîlîstînê. Ew êdî bi zarokên Fîlîstînê re li dijî dagirkeriya Îsraîlê têdikoşiya.
EW ÊDÎ PÊŞMERGE YE
Piştî ku demekê li Fîlîstînê ma, ji bo ku di nava refên têkoşînê yên li hemberî komkujiyên Saddam li dijî Kurdan dike de cih bigire, di sala 1978'an de vegeriya çiyayê Kurdistanê. Mamê Rişe yê bû pêşmerge, li herêma Cebarî û Karahasanê mufreze ava kir.
Hevrêyê Mamê Rişe Siwar Bawerî qala wê demê dike: "Mamê Rişe li vê qadê, gelek çalakiyên serketî û girîng pêk anî. Bi fermandarê pêşmerge yê bi navê Hîwa Baroyî re alayên pêşmergeyan ên 3. û 4. ava kirin. Navê alaya Mamê Rişe Cebarî 4. bû. Mamê Rişe heta ku şehîd bikeve, fermandarê vê alayê bû. Gelek caran hat xwestin, ku payeya wî were bilindkirin. Lê belê wî qebûl nekir. Timî dixwest bi pêşmerge, bi gel re be. Serketinên wî ne dengê li vê herêmê, li tevahiya Kurdistanê deng veda bû. Hem bi şervanî hem, hem bi welatparêzî, hem jî bi edaleta xwe re mirovekî gelekî jê dihat hezkirin bû. Ew hînê sax bû qehremanê ciwanan bû."
Tevî şervaniya xwe, di heman demê de welatparêziya Mamê Rişe jî deng vedide. Hevjîna wî Kjan Hesen Kerîm bi vî rengî qala welatparêziya Mamê Rişe dike: "Hezkirina welêt di dilê wî de gelekî mezin bû. Piştî ku em zewicîn ji min re got, ez dixwazim hezkirina te û ya welêt bi hev re bijîm. Lewma xwest navê min bibe Niştiman. Min jî qebûl kir."
'HEVRÊYEKÎ CIHÊ WÎ NAYÊ DAGIRTIN BÛ'
Mamê Rişe bi hevaltiya xwe re jî bandoreke kûr li mirovan dikir. Siwar Baweyî, gava hînê hû Mamê Rişe nas kir û hevaltiya wî bi vî rengî vegot: "Di dawiya salên 1970'yî de min dest bi pêşmergetiyê kir. Di 81'ê de derbasî Qeredaxê bûm. Hingî min Mamê Rişe nas kir. Wê demê hejmara pêşmergeyan kêm bû. Ez ji gundê Karahasan im. Lewma min ew der baş nas dikir. Mamê Rişe ji ber vê yekê ez tevlî yekîneya xwe kir. Ya rast min jî gelekî dixwest li cem wî şer bikim. Ji wê demê heta şehadeta wî, em bi Mamê Rişe re bûn. Hevalekî, dostekî baş bû. Di jiyana min de hevrêyek ku cihê wî nayê dagirtin e."
MAMÊ RIŞE ŞEHÎD DIKEVE, LÊ NAVÊ WÎ HER DIJÎ
Mamê Rişe bi serketinên xwe yên di dema pêşmergetiyê de li Başûrê Kurdistanê deng vedide. Hemû ciwanên dixwestin bibin pêşmerge, xeyala wan ew bû ku di bin fermandariya Mamê Rişe de li cem wî şer bikin. Hevalê wî Baweyî der barê vê rewşê de wiha diaxive: "Ev hevrêyekî rasteqîn bû. Bi edaleta xwe, bi hezkirina xwe ya ji mirovan re mirov ber bi xwe ve dikişand. Gelekî baş tê bîra min, her kesî dixwest di bin fermandariya Mamê Rişe de cih bigirin, pê re hevaltî, hevrêtiyê bikin. Piştî şehadeta wî hinekî din ketin şûna wî. Sal di ser re derbas bû, lê belê ew yekîne her tim weke Yekîneya Mamê Rişe hat binavkirin. Navê wî li ser zimanan, di hiş û mejiyan de neqişî."
TIRS Û XOFEKE MEZIN DIXIST DILÊ DIJMIN
Navê Mamê Rişe bi tenê di nava Kurdan de namîne. Dijmin jî Mamê Rişe ji nêz ve nas dike. Lewma heta jê tê, naxwaze êrîşî herêmên Mamê Rişe lê ye, bike.
Hevrêyê wî Baweyî dibêje, "Ji aliyê me ve çiqasî jê dihat hezkirin, ji aliyê dijmin ve jî ewqasî jê dihat tirsîn. Li hemberî herêmên Mamê Rişe lê bû, bi hêsanî êrîş nedihat kirin. Dema êrîş bihata kirin jî, bêencam dima. Lewma Mamê Rişe tirs û xof berdabû nava dilê dijmin."
'XEYALA WÎ YA HERÎ MEZIN, AZADIYA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BÛ'
Her kesên Mamê Rişe nas dikin dibêjin, ew welatparêzekî rasteqîn bû. Baweyî diyar kir ku armanca Mamê Rişe azadî û rizgariya Kurdistanê bû û qala welatparêziya Mamê Rişe dike: "Bi tenê xeyaleke wî hebû; jiyana li welatekî azad. Jiyana xwe diyarî vê kir. Ev yek timî bilêv kir. Ew bi tenê di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de nema. Der barê parçeyên din ên Kurdistanê de jî xwedî xeyal û nêrînan bû. Ne tenê leşkerek bû. Siyasetmedarek bû, têkoşerekî dozê bû. Eger bijiya, ji bo têkoşîna li çar parçeyan çi ji dest bihata ew ê bikira. Lê mixabin emrê wî têra vê nekir. Di demeke ku qet ne li bendê bû şehîd ket."
BI XIYANETÊ RE ŞEHÎD HAT XISTIN
Dayika Niştiman anî ziman ku Mamê Rişe nedixwest cehşên rejîma Baas ên di berdêla pereyan de tevdigeriyan hedef bigire, dixwest van Kurdan ji vê rêya şaş vegerîne û got, "Mamê Rişe, ferman dabû pêşmergeyan ku guleyê bernedin cehşên Kurd ên li dijî wan şer nakin. Mamê Rişe digot, 'Em ê rejîma Baasê hilweşînin' û destnîşa dikir, ku ji ber vê yekê ji bilî dewlet û artêşê pirsgirêka wan bi kesî re nîne. Musteşarê Muxaberatê bang li hin leşker û cehşên Kurd kir û ji wan pirsî 'Kî dikare Mamê Rişe' bikuje. Cehşekî bi navê Tahsîn Şaweys dibêje, 'ez dikarim bikim'. Mamê Rişe dixwest biçe herêmeke cehş lê ne û bi wan re biaxive. Digot ku ew jî Kurd in û nedixwest wan bikuje. Min wê şevê hişyarî da Mamê Rişe û xwest ku neçe cem cehşan. Wî jî got ku ew dixwaze ji wan re bêje, heta ku li hemberî wan şer nekin, ew ê jî berê çekên xwe nedin wan. Mirovekî ewçend welatparêz û dil pak bû. Mixabin Mamê Rişe di 24'ê Çileya 1985'an de ji ber komployeke xayîn, dema li kon bû, ji aliyê hevrêyên xwe Serdar û Mûhsîn ve hat qetilkirin."
Mamê Rişe dema li hemberî dijmin şer dikir, bû qurbanê xiyaneta navxweyî. Heta niha derneketiye holê ku kê ji bo çi ew qetil kiriye. Lê rastiyek heye; ew jî Mamê Rişe mîna lehengekî efsaneyî di dilê gelê xwe de cih girtiye. Bi hezaran ciwanên Kurd hînê ji wî îlhamê werdigirin û ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin.