Jin eniya têkoşînê xurtir dikin
Jinên ku bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê dadikevin qadan eniya têkoşînê her diçe mezintir dikin
Jinên ku bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê dadikevin qadan eniya têkoşînê her diçe mezintir dikin
Jinên ku bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê dadikevin qadan eniya têkoşînê her diçe mezintir dikin, li dijî şer daxwazên xwe yên ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê li qadan tînin ziman. Jinan bang kirin û gotin ku ji bo Ekîn, Sêvê û Pakîzeyan li qadan bin xwedî li rûmet û nasnameya xwe derkevin.
WAN
Jinên Erdîşê ji bo mîtînga ku wê sibehê bi munasebeta Roja Jinan a Cihanê li Parka Musa Anter bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bê lidarxistin bangawazî kirin. Jinan berxwena jinên li qadên xwerêveberiyê bi bîr xistin û banga "Heke îro em bêdeng bibin dî sibehê dereng be, hêj dor nehatiye me em dakevin qadan" kirin.
Hatîce Yildiz diyar kir ku feraseta dewletê û ya zilam bi sedan salan e li ser nasnake û bedana jinan şîdetê pêk tîne, li Cizîr û Sûrê êrîşên li dijî bedena jinan bûye merhaleya dawî. Yildiz wiha got: "Bila ev baş bê zanîn ku ev êrîşa li dijî jineke, li dijî hemû jinan e. Êrîşên ku di demên dawî de li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê îşkence û êrîşên di demên dawî de êdî bûne merhaleya dawî. Em weke jin divê ji bo Ekîn, Sêvê û Pakîzeyan li qadan bin. Xwedî li nûmeta xwe nasnameya xwe ya jinê derekevin û dengeke xurt derxînin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû jinan dikim û dibêjim ku ji şîdeta zilam netirsin, em xwe rêxestin bikin, bi hêz bibin, desturê nedin rûmeta me bişikênin."
'DIVÊ HEMÛ JIN BIHERIKIN WANÊ'
Elvan Çetîn jî diyar kir ku her beşdariya ji bo mîtîngê wê li dijî şîdeta zilam û dewletê bibe bersiv û wiha berdewam kir: "AKP ji bo ku di vî şerî de bi ber bikeve, li ser yên li hemberî xwe bixe psîkolojiya şer ji bo vê yekê bedena jinên bi kar tîne û bi vî re jî me dît ku dayikên kurdan qetil kirin. Wekî di şer şerî de dîsa bedena jinan tê bikaranîn. Jin tê eciqandin, jin tên qetilkirin. Em weke jin divê li hemberî van pêkanînên derveyî mirovahiyê bêdeng nemînin. Li Wanê xwedîlê derketina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê xwedîlêderketina rûmetê ye. Ji ber vê yekê jî divê jin biherikin Wanê."
'DIVÊ JIN DENGÊ XWE XURT DERXÎNE'
Canan Încî jî bilêv kir ku bi pêvajoya li Kurdistanê re êrîşên li dijî jina ji aliyê dewletê ve tê rewakirin û wiha got: "Zilam çawa dixwaze jinan qetil dike, daraz jî cezayê bi hinceta rewşa baş kêm dike. Leşker piştî ku jinan qetil dike tazî dikin bi postalên xwe ve pêlî dikin û wêne dikişînin. Ev jî nîşan dide ku şîdeta li dijî jinan tê rewakirin. Divê êdî jin hişyar bin. Dİ şer de êşa herî giran jin dijîn. Ji ber vê yekê jî di berxwedanê de divê israr hebe. Divê jin di mîtînga Wanê de dengê xwe xurtir bikin."
AMED
Bi pêşengiya Navenda Kordînasyona Muzeya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê pêşengeha "Jin û Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê" ya ku ji aliyê 24 hunermendan ve 22 jin tên vegotin tê vekirin. Pêşangeh wê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê di 7'ê Adarê de bê vekirin.
Xebatkarên Şaredariya Sûrê û endamên Navenda Şewirmendiya Amîdayê ji bo hevseroka xwe ya girtî û girtiyên jin kart şandin. Jinên ku ji Pastexaneya Mezin a Amedê kart şandin xwestin daxuyaniyê bidin lê polîsan daxuyaniya jinan asteng kirin.
Xebatkara Navenda Şewirmendiya Amîdayê Ezgî Yalçin li hemberî rewşê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku li her derê cihanê jin 8'ê Adarê pîroz dikin lê li vir destur nadin wan ku daxuyaniyê bidin.
ERDEXAN
Li Erdexanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aktivîstên KJA’yê bernameyên cur bi cur hatin lidarxistin. Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Erdexanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li avahiya DBP’a Erdexanê hin bername li dar xistin. Di bernameya ku jin bi cilên gelêrî beşdar bûn de her tim dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxweda jinan” hatin berzkirin.
Bername bi rêz girtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û Hevseroka DBP’ê ya bajêr Arayiş Yilmaz li ser giringiya rojê axaftinek kir. Yilmaz destnîşan kir ku jin bi hemû cudakarî û tundiyan re rû bi rû dimînin û got ligel vê jî têkoşîna jinan her roja diçe mezintir dibe. Yilmaz bi bîr xist ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
Di bernameya ku ji jinan re qurnefîl hatin belavkirin de xwendekarên Zanîngeha Erdexanê jî helbestên ku li ser têkoşîna jinan ve hatine nivîsandin xwendin.
Çalakî bi stranên xebatkarên Navenda Çanda Semayê ya di bin şaredariya Agiriyê de xebatên xwe dimeşînin bi dawî bû.
ÊLIH
Hevparên KJA’yê yên Êlihê ji bo mitînga sibê li Êlihê bê li darxistin ji bo beşdariya mitîngê belavok belavkirin û banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin.
Hevparên KJA’ye yên Êlihê ji bo beşdariya mitînga sibê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku wê li rex Stadyuma Bajêr a 16 Mayisê bê li darxistin, li Bazara Înê ya li taxên Petrolkent, Karşiyaka, Guneykent û Seyîtlerê belavokên mîtîngê belavkirin. Di nav de ku parlementera HDP’ê ya Êlihê Sadet Becereklî, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel û gelek jin hebûn di nav bazarê de dezge bi dezge ziyaret kirin û li jin û esnafan belavok belavkirin û banga tevlîbûna mitîngê kirin.
Jinên Êlihê jî bi kêfxweşî aktîvîstên KJA’yê pêşwazîkirin û diyar kirin ku wê ew bi rûhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin.
STENBOL
KJA, TUAD ji bo piştevaniya girtiyên jin û pîrozkirina 8'ê Adarê Jinan a Cihanê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endama KJA'yê Sabahat Tuncel jî tevli daxuyaniyê bû û pankarta "Girtiyên jin ên li girtîgehan li ber xwe didin rûmeta me ne" hate vekirin dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Jinên li ber xwe didin rûmeta me ne" hatin berzkirin.
Li ser navê jinan Raîfe Demîr axivî û jinên ku di berxwedanên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Demîr wiha got: "Gotinên wan gotina me ye, berxwedana wan wê bibe berxwedana me. Feraseta Desthilatdar a zilam wekî di dîrokê de niha jî jinan hedef digire. Texta AKP a ku feraseta şenber a zilam e jin dihejînin." DEmîr bang li hemû jinan kir û xwest di 8'ê Adarê de li qadan bin.
Sebahat Tuncel jî aî ziman ku 8'ê Adarê roja berxwedanê ye û jinên Kurd ala jinên ku li kargehan hatine şewitandin dewr girtine. Tuncel Ekîn Wan a ku li Gimgimê hate qetilkirin û bedewa wê hate teşhîrkirin bi bîr xist û bilêv kir ku dewlet êrîşî jinên berxwedêr dike.Tuncel herî dawî bang li girtiyên jin kir û nirxandina "Hûn ne tenê ne jinên Kurd bi we re ne" kir.