Ji YE ji bo Tirkiyeyê: “Têkoşîna bi terorê re biguhere” an wê hevpeyman betal bibe
Serokê Komîsyona Ewropa Jûncker diyar kir ku eger dewleta Tirk sozên xwe bi cih nîne, wê hevpeymana penaberan bê betalkirin.
Serokê Komîsyona Ewropa Jûncker diyar kir ku eger dewleta Tirk sozên xwe bi cih nîne, wê hevpeymana penaberan bê betalkirin.
Serokê Komîsyona Ewropa Jûncker diyar kir ku eger dewleta Tirk sozên xwe bi cih nîne, wê hevpeymana penaberan bê betalkirin. Serokê Komîsyonê xwest “qanûna têkoşîna bi terorê re di ber çavan bê derbaskirin. Her wiha nêrîna Wezareta Karên Derve ya Elman jî ne cuda ye.
Serokê Komîsyona Ewropa Jean-Claude Juncker di daxuyaniya xwe ya li Berlînê de diyar kir ku guhertina “qanûna têkoşîna bi terorê re” jî tê de, eger Enqere sozên ku dayî bi cih nîne wê hevpeymana penaberan betal bibe.
Jûncker got, “Ji bo mûafiyeta wîzeyan me 72 krîter diyar kirin, ji van a 65. jî guhertina ‘qanûna têkoşîna bi terorê re’ ye” û wiha dewam kir:
‘PIRSGIRÊKA ERDOGAN’
“Em bi vê bawer in. Me lihevhatin bi hikûmeta Tirk re kir. Serokwezîr ji wezîfeyê dûr ket, divê ev nehêle lihevhatinên mabeyna Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê bê paşguhkirin. Bicihanîna şertan ji bo me girîng e. Berevajî, wê hevpeymana di navbera YE û Tirkiyeyê de nîn be. Eger, Tirk bê wîze nikaribin seyahatê bikin, divê Erdogan vê bi xwe ji gelê Tirk re ragihîne. Ev pirsgirêka wî ye, ne ya min e.”
WEZARETA KARÊN DERVE YA ELMAN: GOG LI SEHA TIRKIYEYÊ YE
Serokê Karên Derve yê Elman Frank, Walter Steînmeîer jî têkîldarî mûafiyeta wîzeyan got: “Gog li sehaya Tirkiyeyê ye.”
Steînmeîer ev destnîşan kir: “Eger ji bo mûafiyeta wîzeyan daxwazek hebe, tevgera li gor 72 krîteran girêdayî Tirkiyeyê ye.”
Wezîr wiha ragihand: “Divê Tirkiye ew qanûna têkoşîna bi terorê re ya rojnamevanan dixe lêpirsînê biguherîne.”
Her wiha, Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) Margarîtîs Schînas jî di civîna xwe ya çapemeniyê ya li Brukselê de got “Hê hevpeyman nemiriye.”