Ji SKB’ê banga çalakiyên lezgîn
SKB’ê banga çalakiyên lezgîn kir, wiha got: “Em bang li guhên nabihîzin, çavên nabînin dikin. Ev şerê hov, faşist ê ji Kurdan re rewa tê dîtin, tenê ji gelê Kurd re mirin, êş, rondik û hilweşînê nayne.”

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Li Kurdistanê lorik bilind dibin…Bajar, jiyangeh tên dorpêçkirin, bomberdûman dikin… Qetlîam didomin…
Dewleta Tirk a mêtinger faşist bi qedexeyan ve hewl dide sûcê xwe yê mirovahiyê binuxumîne…
Wahşeta li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê pêk tên, niha li Cizîr û Silopiyayê ye… Gelê Kurdistanê bir topbaranê, gulebaranê û qêrînan ve dibêje; ‘An jiyanek bi rûmet an mirin!’
Bi êrîşên dewleta Tirk a faşist ve bi sedan kal, ciwan, zarok hatin qetilkirin. Cenaze bi heftayan li nava kolanan hat hiştin…
Bi taybet jî jin û zarok tên hedefgirtin û tên qetilkirin. Nexweşxane, dibistan, wargehên xwendekaran tên valakirin, dikin bargehên leşkeri û qereqolên polîsan.
Êrîşên mezin û qetlîam li benda gelê Kurd ê bê elektrîk, tî, birçî, mala wan tê gulebarankirin, tê bomberdûmankirin û dibin hedefa sekvanan…
Bêdeng neminin!..
Em bang li guhên nabihîzin, çavên nabînin dikin. Ev şerê hov, faşist ê ji Kurdan re rewa tê dîtin, tenê ji gelê Kurd re mirin, êş, rondik û hilweşînê nayne. Tevahî beşên kedkar, alîgirê heq, hiqûq, azadî û demokrasiye yên li Tirkiyeyê di bin tehdîdê de ye.
Bikevin nav tevgerê!.
Roj roja li diji faşîzmê ya qetlîaman dike derketina kolanan e!..
Roj roja li dijî faşîzmê mil bi mil xwişk û biratiyê ye!
Roj li bedena xwe, ruhê xwe û xwerêveberiya xwe xwedî derketinê ye!
Roj roja azadkirina kolanan, agirê îsyanê li tevahî erdnîgariyê belavkirinê ye!..”