BI DÎMEN

Ji Pîr hişyariya 'destnedanê': Gelê Kurd wê bêdeng nemîne

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr da xuyakirin, ku wê gelê Kurd li pêşberî hewldana tasfiyekirina HDP'ê y bi rakirina destnedanan bêdeng nemîne.

Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr diyar kir, ew ê plana 'serokatiya bi rêbaza Tirk' a Erdogan erê nekin û destnîşan kir, gelê Kurd wê li pêşberî hewldana tasfiyeyê ya AKP/Qesrê bêdeng nemîne. Pîr hişyarî da û got, 'divê kes zêdegaviyê neke'.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Ziya Pîr hewldana tasfiye û darbeyê ya AKP/Qesrê, ku di xwazin bi rêya 'rakirina destnedanê' pêk bîne, ji ANF'ê re nirxand.

Pîr da zanîn, armanca Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan misogerkirina sîstema serokatiyê ye û got, "Ji bo misogerkirina sîstema serokatiyê divê li Tirkiyeyê destûra bingehîn bê guhertin û ji bo vê jî pêwîstî bi 367 dengan heye. Eger ji 367'an kêmtir deng bê dayîn û ev deng ji 330 zêdetir be, hingî daxwaza guhertina destûra bingehîn dikare bibe mijara referandûmê. Eger bixin referandûmê, wê gelên Tirkiyeyê ji sîstema serokatiyê re nebêje 'erê'. Li gorî encama heyî ji sedî 62 ê hilbijêran ji sîstema serokatiyê re dibêjin 'na'. Serokkomarê Tirk stratejiyeke şaş dimeşîne; ne pêkan e 367 dengan bistîne. Ne tenê HDP, CHP û MHP, her wiha beşek ji AKP'ê jî li dijî sîstema serokatiya bi rêbaza Tirk derdikevin."

'ERDOGAN SÎSTEMEKE SEROKATIYÊ YA BI RÊBAZA TIRK DIXWAZE'

Pîr diyar kir, Erdogan ji bo karibe 367 dengan bi dest bixe, divê hejmara parlmanterên ji sedî sed îtaeta jê re dike, zêde bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her çend 317 parlamenterên xwe hebe jî temamiya wan wê li Meclîsê nebêjin 'erê'. Dixwaze AKP'yiyên li dijî plana Erdogan derkevin tasfiye bike, hejmara parlamenterên ji sedî sed bîatê jêr e dike zêde bike, rewşa kaotîk a MHP'ê bi kar bîne û beşek ji deng û wekîlên MHP'ê ji bo HDP'ê li bindê bendê bihêle bi kar bîne. Eger HDP li binê bendê bimîne, dixwaze zêdeyî 350 parlamenteran derxîne, bi vî rengî qet ji gel nepirse, hurmetê nîşanî vîna gel nede û sîstemeke serokatiyê ya bi rêbaza Tirk bîne Tirkiyeyê."

Pîr got, "sîstemên serokatî û parlamentê di nava demokrasiya cîhanê de sîstemên rewa ne" û destnîşan kir, ku ji bo sîstema serokatiyê divê du krîterên girîng bi cih werin anîn. Pîr got, "Ya yekemîn; divê li welêt çanda demokratîk bê rûniştandin. Ya duyemîn; divê çanda muzakereyê bidin rûniştandin. Ji ber ku ev her du çand li qada siyasetê rûneniştiye, eger sîstema serokatiyê bê, hûn çiqasî li ser kaxizê sîstemê kontrol bikin jî ev sîstema serokatiyê ya li Tiriyeyê wê rê li ber dîktatoriyê veke. Bi taybetî serokatiya kesekî kîndar ê mîna Erdogan wê ji sedî sed Tirkiyeyê ber bi dîktatoriyê ve bibe. Û weke HDP em di rewşa heyî de li dijî sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê ye."

'ÊDÎ GELÊ KURD ORGANÎZE BÛYE'

Pîr bal kişand ser a di sala 1994'an de bi serê parlamenterên DEP'ê de hat û got, "Ev bûyerên berê pêk anîn, niha dixwazin bînin serê me. Divê ev rewş ji aliyê wekîlên destnedana wan bê rakirin, tê xwestin bê girtin û ji aliyê gelê Kurd ve were nirxandin. Gelê Kurd ne ew gelê di sala 1994'an de ye. Niha gelekî gelekî organîze bûye heye. Kurd di oxira biratiyê de çavên xwe li hin tiştan girtibe jî, eger hûn bixwazin destnedana vîna 10-15 mîlyon Kurdan rakin, wê demê gelê Kurd wê bêdeng nemîne."

'BILA TI KES ZÊDEGAVIYÊ NEKE'

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr herî dawî diyar kir, eger bên darizandin ew ê serî netewînin û got, "Piştî ew tiştên di sala 1992'an de bi serê birayê wî de anîn divê ti kes ne li bendê be ku Îdrîs Balûken ji ber xwe ve biçe dadgehê, derkeve pêşberî dozgeriyê yan jî biçe girtîgehê. Weke wekîlekî ji malbata Kemal Pîr, ya ku bi serê Kemal Pîr de li girtîgehê anîn, wê ti carî destûr neyê dayîn bê dubarekirin. Bila kes ne li bendê be ku ez biçim cemd ozgeriyê yan jî biçim girtîgehê. Ne Îdrîs Balûken wê sala 1992'an ne jî Ziya Pîr wê sala 1982'an careke din bijî. Gelê Kurd wê xwedî li van mirovan, wê xwedî li 59 wekîlan derkeve. Divê haya gel û siyasetmedarên Tirkiyeyê ji vê hebe. Li Tirkiyeyê divê ti kes zêdegaviyê neke."