Ji KCD’ê li hember hewldana darbeyê daxuyanî
Kongreya Civaka Demokratîk da xuyakirin ku li Tirkiyeyê her tim bingehê darbeyê heye û demokrasî jehrkuja hemû darbeyan e.
Kongreya Civaka Demokratîk da xuyakirin ku li Tirkiyeyê her tim bingehê darbeyê heye û demokrasî jehrkuja hemû darbeyan e.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyek nivîskî ve hewldana darbeyê şermezar kir, destnîşan kir ku pêwîstî bi analîzek xurt heye ku divê mirov dakeve esasê pirsgirêkê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yên plansaziya darbeyê kirine, hêza xwe ji şertên şer ê ku ev sala dawiyê li dijî gelê Kurd bi awayekî topyekun hatiye îlankirin girtine û wiha domand: “Ji vî bingehî xwe bi rêxistin kirine û ketine tevgerê. Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan di hevdîtinan de ku beriya 5’ê Nîsana 2015’an bi heyeta dewletê ya li Îmraliyê pêk anîbû, hê wê demê dîtibû ku eger pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokratîkbûnê bi rêka muzakereyan neyê çareserkirin, mase bê qulibandin, wê demê mekanîka darbeya leşkerî wê bikeve meriyetê û bi cesareta ji vir jî wê bingehekê ji bo xwe bibînin. Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê darbeyek siyasî pêk hat. Qanûn û Destûra Bingehîn hate taloqkirin, li dijî tevahî mûxalefeta demokratîk hiqûqa darbeyê ket meriyetê, polîtîkaya pelçiqandin, tepisandin û tesfiyekirinê hate praktîzekirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bêyî dudilî li dijî darbeyên leşkerî ne, wiha pê de çû: “Li dijî hewldanên bi vî rengî têkoşînê sedema hebûna me ye. Lê, li hember darbeyên siyasî jî seknek tevahî beşên civakî ji mile samîmîbûn, exlak û sekna rêgezî girîng e û bi wate ye. Jixwe sepanînên bi rengê bi balafir, helîkopter û topan ve bombekirina bajarên Kurdan, bi zorê koçberkirina gelê me, xespkirina ax û eraziyên me, rakirina destlênedanên wekîlên me ku gelê me bi îradeyek mezin hilbijartin, bi awayekî bêhiqûq û derqanûnî hevşaredarên me ji wezîfeyê kirin, li hember siyasetmedarên Kurd operasyonên qirkirina siyasî, hewldanên qeyûman û hwd. bi awayekî eşkere nîşan dide ku li Kurdistanê darbeyek û sepanînên leşkerî hene.”
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku pêwîst e tevahî beşên li dijî darbeya leşkerî rabûn, li hember darbeya li ser gelê Kurd jî xwedî helwest bin û ev hatin gotin: “Ev bangek exlaqî û mirovî ye. Heta şerê înkar û îmha yê li dijî gelê Kurd neyê bidawîkirin, çareseriyek demokratîk neyê pêşxistin, wê her tim kesên bixwazin li Tirkiyeyê darbeyek leşkerî pêk bînin ji bo xwe bingehê bibînin. Demokrasî jehrkuja tevahî darbeyan e. Li ser vê helwesta rêgezî, em bang li tevahî hêzên demokrasî û dijberên darbeyê dikin ku li beramberî darbeya li ser Kurdan jî xwedî helwest bin.”