Ji KCD-E banga zêdekirina çalakiyan
KCD-E ji bo teşhîrkirina rûyê qetlîamker ê mêtingeriya Tirk û ji bo bûyina dengê berxwedana mezin a gelê Kurdistanê banga zêdekirina çalakiyan kir.
KCD-E ji bo teşhîrkirina rûyê qetlîamker ê mêtingeriya Tirk û ji bo bûyina dengê berxwedana mezin a gelê Kurdistanê banga zêdekirina çalakiyan kir.
KCD-E têkîldarî înfaza 12 welatiyên li Wanê hatin înfazkirin daxuyanî da, di serî de Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, bang li tevahî dostên Kurdan û tevahî hêzên navneteweyî kir ku ji bo şkandina bêdengiya saziyên navneteweyî û E ji bo teşhîrkirina rûyê qetlîamker ê mêtingeriya Tirk û ji bo bûyina dengê berxwedana mezin a gelê Kurdistanê banga zêdekirina çalakiyan kir.
KCD-E diyar kir ku mêtingeriya Tirk îro li Wanê qetlîamek din tevlî qetlîamên xwe kiriye, wiha domand: “Roj nabihure ku dewleta Tirk destên xwe tevil xwîna Kurdan neke. TC li dijî berxwedana gelê Kurd ketiye neçaretiyê,duh li Silopiyayê 3 jinên Kurd û îro jî li Wanê 12 ciwanên Kurd ên sivîl bi hovîtî înfaz kiriye. Em vê qetlîama mêtingeriya Tirk li Wanê pêk aniye bi nefretê şermezar dikin. Em hovîtiya mêtingeriya Tirk ji Koçgîrî, Zîlan, Dêrsim, Roboskî, Pirsûs û qetlîama Şengalê ya çeteyên DAIŞ’ê baş dizanin. Faşîzma TC jî felsefeya Rêber Apo ya gelê Kurd ji kokên wê şîn dike, berxwedana destanî ya Mazlûman, Zîlanan, Arîn Mîrakanan û gelê Kurd a serî natewîne baş dizane. TC ya faşîst a duh li hember têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê çeteyên wê tarûmar bûn, li dijî berxwedana di pêşengiya jin û ciwanên Kurd ên egîdên berxwedêr ên Bakurê Kurdistanê îro bê çare maye û mêtingeriya TC her kêlî ketiye pêvajoya li Kurdistanê bin ax bûyinê. Mêtingeriya TC nikare berxwedanê bişkîne, vê carê jî di serî de jin, ciwan û zarokan qetil dike. Tenê bi qetlîaman re sînordar namîne, ji derveyî tevahî hiqûqa şer û exlaqan bi mehan cenazeyan li nava kolanan dide pêşendan û vê li ber çavên bê wijdan ên raya giştî ya cîhanê dike, vê dike mijara bazarê. Di serî de NY, YE û KA bêdengmayina gelek sazî û dezgehên navneteweyî bê berpirsiyartî û gafleteke dîrokî ye.”
KCD-E, di serî de Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, bang li tevahî dostên Kurdan û tevahî hêzên navneteweyî kir ku ji bo şkandina bêdengiya saziyên navneteweyî û E ji bo teşhîrkirina rûyê qetlîamker ê mêtingeriya Tirk û ji bo bûyina dengê berxwedana mezin a gelê Kurdistanê banga zêdekirina çalakiyan kir.