Ji FEDA, CÎK û FKÊ daxuyaniya hevpar

FEDA, CÎK û FKÊ daxuyaniyeke hevpar weşandin û destnîşan kirin, ku barbariya DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê li gelê Kurd kir, îro ji aliyê Erdogan û dewleta AKP'ê ve li Bakurê Kurdistanê tê kirin.

FEDA, CÎK û FKÊ daxuyaniyeke hevpar weşandin û destnîşan kirin, ku barbariya DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê li gelê Kurd kir, îro ji aliyê Erdogan û dewleta AKP'ê ve li Bakurê Kurdistanê tê kirin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) daxuyaniyeke hevpar weşandin û sê jinên şoreşger ên li Silopiyayê hatin qetlikirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi rêzdarî bibîr anîn.

Di daxuyaniya hevpar de faşîzma AKP'ê û tetîkkêşên wê hatin şermezarkirin û hat gotin, "Di nav de di serdema dîrokê de jin û zarok bi vî rengî nehatine qetilkirin. Halbûkî em dizanin ku di şer de divê herî zêde jin û zarok werin parastin. Lê belê kuştina her sê jinên Kurd jî nîşan dide ku berxwedan û serhildana li hemberî vê zilm û barbariyê, mafek e û ji bilî bikaranîna vî mafî ti rê nemaye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP a munafiq û zîhniyetê Mûaviye yê Erdogan, bi ti awayî ji dil nêzî ti bawerî, ol û civakan nebûye, ti eleqeya xwe bi Misilmantiyê jî nîne û hat gotin, "Ev barbariya Erdogan û sîstema wî ya munafiq li hemberî gelê Kurd dimeşîne, di nav Îslam û Misilmantiyê de cihê xwe nîne. Zilm û barbariya ku duh çeteyên DAIŞ'ê di bin navê 'Dewleta Îslamê û şerîetê' de li Kobanê û Şengalê dikir û barbariya îro ya Erdogan weke hev in. Duh DAIŞ bû, îro jî AKP û Erdogan e. Xwedî heman mejî û rêbazî ne. Mîna ku kuştina jin û zarokên Kurd, kolekirin û tecawiz mafek e, ev zîhniyet îro ji aliyê AKP û Erdogan ve tê meşandin.

DAIŞ'ê duh li Şengalê li hemberî gelê qedîm Kurdên Êzidî çi kir, îro jî AKP û munafiq Erdogan heman tiştî li Bakurê Kurdistanê dike. Li Sûr, Cizîr, Silopiya li Botanê heman zilm û zordarî li jin û zarokên gelê Kurd tê kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku fermana "ya tu yê serî bitewîne, yan jî ez te qetil bikim" li ser gelê Kurd tê ferzkirin û ev xal hat destnîşankirin: "Lê belê xwe dixapînin; ji ber ku di bawerî, ol û li vê xaka me ya qedîm cihê teslîmiyetê nîne."