Ji Ewropa heta Amerîkayê AKP tê protestokirin

Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin.

Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin. Di çalakiyan de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

STÛTTGART: Li Bajarê Elmanya Stûttartê, ciwanên Kurd di çalakiyên xwe yên li vê derê de ragihandin ku li Silopiyayê duyemîn komkujiya Parîsê qewimiye û gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, sê jinên leheng Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi rêbazeke namerdî înfaz kir." Ciwanan bal kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ragihandin, ku ji bo rakirina tecrîdê ew ê çalakiyên xwe roj bi roj zêde bikin. Çalakiya ciwanan, tevî astengiya polîsan jî ji Schlossplatzê heta stasyona navendî dewam kir.

AACHEN: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Aachenê û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat a Achenê, 150 kes li Wîlly-Brandt-Platz a bajarê Elmanya Aachenê li hev civiyan û qetilkirina jinan, komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Duh Hîtler îro Erdogan", "Kujer Erdogan", "Jin jiyan azadî", "Duh Parîs îro Kurdistan" hatin qîrîn.

HÎLDESHEÎM: Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd konê agahdarkirinê hat vedan. Di çalakiyê de komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin û berxwedana gel hat silavkirin. Jinên şoreşger ên di komkujiyên li Silopiya û Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

KLEVE: Li bajarê Elmanya Kleve, li dijî êrîşên AKP'ê meşek hat lidarxistin. Çalakiya ku endamên Mala Êzidiyan a Emmerîchê, Komeleya Elewiyan a Emmerîchê, Meclîsa Şengalê ya Dîaspora, Mizgefta Keleve û Meclîsa Gel a Kleveyê lê amade bûn, li Kolana Herzogê destpê kir. Di çalakiya ku 800 kes beşdar bûn de dirûşmên "Kujerê zarokan Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

ÛPPSALA/GAVLE: Li bajarên Swêd Ûppsala û Gavle, Kurdistaniyan ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê çalakî lidar xistin. Komek ji endamên navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ûppsalayê, medya herêmî ya li bajêr ziyaret kir û bi rêveberên wan re hevdîtin kir. Kurdistaniyan di hevdîtina bi redaktorên Ûppsala Nya Tîdnîng (UNT) û Radyoya Dewletê ya Swêdê (SR) de xwestin, ku komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdan tê kirin, ji raya giştî ya Swêdê re ragihînin. Jinên Kurd ên li bajarê Gavle dijîn jî li navenda bajêr bi heman armancê stand danîn. Jinan bang li gel û hikûmeta Swêdê kirin, ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê derkevin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, ji ber salvegera komkujiay Parîsê daxuyaniyek da çapemeniyê û hewldana hikûmeta Fransayê ya tarîkirina dozê şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya Kuırdistanî û Tirkiyeyiyan hat kirin ku dakevin meydanan û helwesta dewleta Fransayê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xwerêveberiyan şermezar bikin. Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 9'ê Çileyê roja Şemiyê saet di 13:00 de ya li Parka Hûmlegarden a Stockholmê destpê bike banga tevlîbûnê hat kirin.

NEW YORK: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dijîn, li dijî komkujiyên AKP'ê derketin kolanan. HDP New York a li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê û ji meydana herî qelebalix a bajêr Ûnîon Sqûare dest bi çalakiyê kir, qemyoneke sê aliyên wê bi ekranên LED ên mezin girtî kirê kir û bi dîmenên ji van ekranan re rewşa li Kurdistanê ji Amerîkayê re ragihand. Qemyon li meydana Ûnîon Sqûare, avahiya Empîre State, herêma Wall Street, Kolana 5. û li dora Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Navenda CNN New Yorkê bi dehan caran tûr avêt. Qemyonê mala mirovên li derdore kişand.

TORONTO: Li bajarê Kanada Torontoyê, jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de, jiyana têkoşînê ya jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, hat vegotin. Piştî axaftina Seroka Komîsyona Jinê Hatîce Ozdemîr, sînevîzyon hat nîşandan.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê wê li hemberî komkujiyan çalakiya nobedê bê lidarxistin. Çalakiya ji aliyê saziyên Kurd ve tê organîzekirin, wê di 13-14-15'ê Çileyê saet di navbera 10:00-16:00 de li meydana Place du Luksemboûrgê bê lidarxistin. Ji Elmanya û Hollandayê wê tevlîbûn çêbibe.

...