Ji bo Yuksel Mewlûd hate dayîn
Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di berxwedana xwerêveberiya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.
Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di berxwedana xwerêveberiya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.
Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di berxwedana xwerêveberiya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn. Dayik Emîne Urun di mewlûdê de axivî, diyar kir ku keça wê qehremanek e, wiha got: “Hêvî dikim aştî were û lehenga min a dawî be.”
Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a hat qetilkirin, li mala malbatê ya li navçeya Qileban a Şirnexê mewlûd hate dayîn. Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û wekîlên jin ên HDP’î tê de bûn, ji bo tevlî mewlûdê bibin ketibûn rê, destpêkê ji aliyê leşkeran piştre jî ji aliyê walîtiyê hatin astengkirin. Di mewlûda bi rêzgirtinê destpê kir de Hevşaredarên Qilebanê, rêveberên HDP, DBP û her wiha nûnerên MEYA-DER, endamên KJA’yê û bi sedan welatiyên ji gundên derdor cih girtin.
Di mewlûdê de dayika Yuksel Emîne Urun axivî, spasiya beşdarvanên mewlûdê kir, got: “Keça min qehreman e. Hêvî dikim aştî were, hizûr were. Qehremana min bibe şehîda dawî. Bila serê Rêber Apo sax be.”
Piştre bav Abdûlkerîm Urun axivî, ev anîn ziman: “Bila serê tevahî Kurdistanê sax be. Cihêtiya me nîne. Em hemû di oxira vê dozê de dijîn.”
Piştî axaftinan mewlûd hat dayîn.