BI DÎMEN

'Ji bo qadên xwerêveberiyê desteka hêza gel'

Endamê Rêveberiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava Huseyîn Dûrmaz diyar kir, ew hewl didin bersivê bidin pêwîstiya stargeh û pêdiviyên din ên 81 hezar malbatan û banga tevlîbûna li kampanyaya alîkariyê kir.

Ji bo malbatên bûn mexdûrê êrîşên qirkirinê û polîtîkayên kirêt ên AKP/Qesrê, kampanya piştgiriyê dewam dike.

Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava kampanya alîkariyê ya di dema berxwedana Kobanê de ji bo malbatên ji neçarî koç kiribûn da meşandin, bi heman rengî niha ji bo bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê yên bûn hedefa êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk tê meşandin. Endamê Rêveberiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava Huseyîn Dûrmaz li ser rewşa dawî ya kampanyayê ji ANF'ê re axivî.

'ME KAMPANYAYEKE MEZIN DAN DESTPÊKIRIN'

Dûrmaz da xuyakirin, ku piştî koçberiya ji ber şerê kirêt ê dewletê li hin bajar, navçe û gundên Bakurê Kurdistanê rû da, weke Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava wan dest bi dayîna alîkariya stargeh, kinc û pêdiviyên jiyanê ji bo malbatan kirine. Dûrmaz diyar kir, komele hem li nava welêt hem jî li derveyî welat, tevî gelek saziyên civakî yên sivîl dest bi kampanyayeke mezin kiriye û got, "Kampanyaya me zêdeyî 4 meh in dewam dike. Bi alîkariya di çarçoveya kampanya me de tê kirin, ji 81 hezar malbatî re alîkariya stargehê tê kirin."

BANGA LI GELAN

Dûrmaz bang li gelên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir û got, "Em alîkariyê nagirin. Komeleya me bexşê werdigire. Bi bexşên ji hundir û derveyî welat tên şandin re, em hewl didin xwarin, nivîn, betanî û gelek eşyayên din ji bo gelê xwe peyda bikin. Heta ku ev bexş bê, em ê jî hewl bidin wan bigihînin gelê xwe. Ez bang li her kesên li hestyar ên li derveyî welat û saziyên li nava welêt dikim. Bi rêya Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava, alîkariyê bikin. Bi alîkariyê em gelê xwe ji vê mexdûriyetê rizgar bikin. Weke xebatkarên dildar em ji bo vê dixebitin û li benda alîkariya we ne."

HESABÊN JI BO ALÎKARIYÊ

Ji bo mirovên dixwazin ji derveyî welat tevlî kampanyayê bibin, hesabên Komeleyê bi vî rengî ye:

Banka: Türkiye İş Bankası A. Ş.

Ji bo Lîreyê Tirk:

IBAN: TR 96 0006 4000 0018 3030 8933 06

Ji bo Dolarê Amerîkî:

IBAN: TR 03 0006 4000 0028 3030 2128 71

Ji bo Euro:

IBAN: TR 13 0006 4000 0028 3030 2128 85

...