Ji bo Emîre Gok li Gîessenê sersaxî

Ji bo Emîre Gok a di terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Gîessen ê Elmanya sersaxî hat lidarxistin.

Ji bo Emîre Gok a di terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Gîessen ê Elmanya sersaxî hat lidarxistin.

Ji bo Emîre Gok a 20’ê Kanûnê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin li bajarê Gîessen ê Elmanya sersaxî hat lidarxistin.

Xwişka Gok, Talîha Gok û xizmê wê Selîm Gok sersaxî qebûl kirin.

Di axaftinên di sersaxiyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk, artêşa tecawizker a AKP’ê û Erdogan, waliyên bi zîhniyeta DAIŞ’ê, leşker û polîs li dijî Kurdan bi tank, top û wesayîtên zirxî ve êrîş dikin, qetlîaman pêk tînin.