Ji bo Cenevre-3 ji Rojava nameyek ji Ban Kî-Moon re hat şandin

Hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon re şandin û jê xwestin, ku di civîna Cenevre-3 de mafê temsîlê bide Kurdan.

Hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon re şandin û jê xwestin, ku di civîna Cenevre-3 de mafê temsîlê bide Kurdan.

Peyam wiha ye:

"Birêz Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon

Silav û rêz:

Gelê Sûriyeyê pir li hêviya lidarxistina kongreya aştiyê ya Cenevreyê maye da ku ji trajediya wî re sînorek were dayîn, kuştin, teror û rewşa tê de were bidawîkirin. Şerê bê serûbin û terorê welatê me Sûriye kiriye wekî cenazeyeke hilweşiyayî. Ev 5 sal in ev alozî dewam dike. Gelê kurd wekî duyemîn mezintirîn pêkhateya Sûriyeyê beriya şoreşa aştiyane ya Sûriyeyê jî gelek êş dîtiye, hatiye paşguhkirin û li dijî wî hemû kiryarên xerab hatine kirin. Gelê Kurd di roja îroyîn de rastî tarîtî û terora çeteyên DAIŞ’ê tê. Hêviya vî gelî hebû ku hewldanên çareseriya siyasî yên navneteweyî bi awayekî wekhev mafên netewe û pêkhateyan misoger bikin û li gorî yasa û hevpeymanên navneteweyî doza wî ya neteweyî were çareserkirin. Lê tişta ku li Cenevreyê dibe neheqiyeke mezin li dijî gelê Kurd e. Vî gelî ji bo azadî û demokrasiyê pir qurbanî daye. Wekî partî û aliyên ku me li jêrê îmze kirine, em ji we daxwaz dikin ku careke din ji bo nûnertiya kurdan di kongreya Cenevre-3 li ser xwe vegerin da ku nûnertiyeke demokratîk û wekhev pêk were. Em bang li we dikin ku Doza Kurd bixin bernameya karûbarên kongreyê û di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî, demokratîk, pêşketî û pir alî de çareser bikin. Kurd duyemîn mezintirîn pêkhateyên Sûriyeyê ne, eger were paşguhkirin û ji nedîtî ve were, wê ewlehî û aramî li Sûriyeya pêşerojê çênebe. Em bi hêvî ne ku hûn jinûve şandeya opozîsyonê bînin ser hev ku kurd jî tê de wekî aliyekî serbixwe têde cih bigre û beşdarî pêngava siyasî ya li welat bibe. Ev yek wê encamên ku hemû Sûriyeyî li bendê ne derxîne holê.

Yên îmze kirine:

1- Koma Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyeyê (Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya El-Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye “El-Partî”, Tevgera Reform a Sûriyeyê (El-Îslah) û Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê)

2- Partiya Azadî ya Kurdistanê

3- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

4- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

5- Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriye."