Ji bo azadiya Ocalan li Şêx Meqsûdê 8 hezar îmze hatin hevdan
Yekîtiya Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûd a Helebê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 8 hezar îmze hev da.
Yekîtiya Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûd a Helebê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 8 hezar îmze hev da.
Yekîtiya Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûd, di 11'ê Tîrmehê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin navê "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" kampanya îmzeyan dabû destpêkirin.
Di nava pênc rojên vê kampanyayê de, ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên taxê 8 hezar îmze hatine hevdan.
Yek ji berpirsyarên kampanyayê Elya Mûsa got, "Armanca pêngava me, azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ku niha di girtîgeha Girava Îmraliyê de ye."
Kampanya dewam dike.