Ji ber wêneyê Azîz Guler parve kir 2 sal cezayê girtîgehê birîn!

Endama Desteya Rêveber a Şaxa Egîtîm Sen a Tarsûsê Macîde Boymûl bi hinceta ku wêneyê Azîz Guler ê YPG’î parve kiriye, 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Endama Desteya Rêveber a Şaxa Egîtîm Sen a Tarsûsê Macîde Boymûl bi hinceta ku wêneyê şervanê YPG’ê Azîz Guler ê di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê de jiyana xwe ji dest da û wêneyên Davût Ozer ê li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûsê ji aliyê polîsên Tirk hate qetilkirin parve kiriye, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” li 2. Dadgeha Cezayê Giran a li Tarsûsê 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.