Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

13 baroyên li Kurdistanê nerazîbûn nîşanî tayînkirina ‘Bêhukmiya Teqez’ a li ser CHP’ê dan û gotin, “Biryara navborî bi rengekî eşkere derhiqûqî ye. Mudaxileya bêhiqûq a li dijî partiyên siyasî, nayê qebûlkirin.”

'BÊHUKMIYA TEQEZ'

Baroyên Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Dersim, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê yên li Kurdistanê, têkildarî biryara ‘bûtlana mutlaq’ a li ser CHP’ê hatî tayînkirin, daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her cure mudaxileya li dijî fealiyetên siyasî, li dijî pîvanên hiqûqa gerdûnî û Zagona Bingehîn e û wiha hate gotin, “Li gorî Zagona Bingehîn û Qanûna Partiyên Siyasî biryardayîna têkildarî desteya partiyeke siyasî ka li gorî hiqûqê ye yan na, di qûralên hilbijartinê û Desteya Hilbijartinê ya Bilind de ye. Lewma ji vî alî ve jî biryara navborî, bi eşkere derhiqûqî ye.

Weke baroyên herêmê em ji raya giştî re radigihînin ku em ê di her şert û mercî de bibin şopdarê parastina pîvanê dewleta hiqûqê, mafên esas û azadiyan.”