Îlhan ê di bexwedana li Sûrê de hat qetilkirin, hat veşartin

Cenazeyê Azîz Îlhan ê li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, hat veşartin.

Cenazeyê Azîz Îlhan ê li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, hat veşartin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşankirin, ku wê serî li ber dewletê neyê tewandin. Kurdên li AKP'ê re hevkariyê dikin jî hatin şermezarkirin.

Cenazeyê bavê du zarokan Azîz Îlhan (48) ê li navçeya Amed Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, duh ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hat wergirtin û li Goristana Yenîkoyê hat veşartin. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî li Mizgefta Yenîkoyê, darbest bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Welatiyan darbest hildan ser milan û birin cihê lê were veşartin.

Bi sedan kesên ku di merasîmê de ala PKK'ê hildan, dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ji berxwedêrên Sûrê re hezar silav" qîriyan û cenaze veşartin. Di dema merasîmê de kurê Îlhan ê nikare bipeyive, ji ser hişê xwe çû. Hevjîna wî Mensûre Îlhan jî rondik barand.

Umît Atli li ser navê malbata Îlhan peyivî û anî ziman ku Kurdên nêzî dewletê ne, şirîkê vê êşê ne. Atli destnîşan kir ku ew ê serî li ber dewleta Tirk netewînin û got, "Eger weke gelê Kurd em nebin yek, wê her roj bi vî rengî me qetil bikin. Yên ku li van komkujiyan temaşe dikin, bila nebêjin dor nayê me."

Ji bo Îlhan wê li mala Serxweşiyê ya Hezroyiyan kon hat vedan.