HPG: Operasyona li Farqînê dewam dike
Operasyona artêşa Tirk a di 14'ê Tîrmehê de li navçeya Amed Farqînê hat destpêkirin, dewam dike. Li Çelê û Geverê jî çalakiyên gerîla hebûn.
Operasyona artêşa Tirk a di 14'ê Tîrmehê de li navçeya Amed Farqînê hat destpêkirin, dewam dike. Li Çelê û Geverê jî çalakiyên gerîla hebûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku 14'ê Tîrmehê de, bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevanan û bi piştgiriya balafirên keşfê yên bêmirov, li qada Şehîd Baran a li navçeya Amed Farqînê operasyon hatiye destpêkirin û ev agahî da: "Heman rojê saet di 05:00 de li nêzî gundê Dêrika Hemê Reşo di navbera hêzên me û leşkeran de şer qewimî. Di vî şerî de têkiliya bi komek ji hevalên me qut bû. Her wiha, helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora gundên Mukurê, Mala Elîka, Sûltaniye û Mala Hirmo xistin. Wekî din, artêşa TC ji şêniyên li herêma operasyonê 20 kes binçav kir. Operasyon hînê jî dewam dike."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê û Geverê jî agahî da:
"Roja 15'ê Tîrmehê saet di 14:15'an de, li ser rêya navbera Tûgaya Çelê û gundê Biyadirê yê navçeya Colemêrg Çelê, hêzên me li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî, ku di nava konvoyê de bû, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbeke giran li maşîna zirxî ket, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna sivîlên li ber tûgaya Çelê hatin qetilkirin, pêk hatiye.
Heman rojê saet di navbera 17:00-17:30 de, hêzên me bi çekên giran li leşkerên artêşa Tirk ên li derdora girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar a Geverê bi cih bûbûn, xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin."