NÛ BÛ

HPG: Li Wanê 20 JOH, li Amedê 4 polîs hatin kuştin

Li ser rêya avahiyên komî yên li Seyrantepe ya Amedê, gerîlayan li hemberî komek ji polîsan çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 polîs mirin, 3 jî birîndar bûn. HPG’ê da xuyakirin ku 10’ê Tîrmehê li Wanê jî 20 kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

AMED

Roja 10'ê Tîrmehê saet di 11:30 de, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî komek ji polîsan a li ser rêya avahiyên komî yên li Seyrantepe ya li navenda Amedê, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya ji cihekî nêz ve hat kirin de 4 polîs hatin kuştin, 3 polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi maşînên zirxî polîsên mirî û birîndar hatin rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên di operasyona li Licê de şehîd ketin hat lidarxistin.

SÊRT

Hêzên me roja 11'ê Tîrmehê saet di 18:30 de, bi çekên nîv giran û ferdî li leşkerên li girê Şuxa yê ser bi herêma Garisa ya Sêrtê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

COLEMÊRG

Roja 10'ê Tîrmehê, gerîlayên me li hemberî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a li mintiqeya Bembo ya li navbera gundên Derya û Tîrînos ên navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakî pêk anîn. Dema agahiyên berfireh ên li ser encamên vê çalakiyên bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

WAN

Êvara 9'ê Tîrmehê, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî Qereqola Jendermeyan a Pay a li navçeya Wan Erdîşê çalakiyeke sabotajê ya berfireh lidar xistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama vê çalakiyê de 20 endamên jendermeyên tîmên taybet (JOH) mirin e, 16 jî birîndar bûne."