HPG: Li Heftanînê 13 leşker hatin kuştin, tankek hat rûxandin

HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Heftanînê didome û diyar kir ku di çalakiyên li vê derê de bi qasî hatiye tespîtkirin 13 leşker hatine kuştin. Gerîlayên YJA Starê jî bi tankek rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li herêma Heftanînê dewam dike. HPG'ê ragihand ku ji hewayê bi balafirên şer, ji erdê ve jî bi hawan û obusan bomberdûmana li herêmê dewam dike û da zanîn ku artêşa Tirk hewl daye ji bejahî ve bikeve qada Şehîd Kendal. HPG'ê destnîşan kir ku bi çalakiyên bi bandor bersiv ji van êrîşan re hatiye dayîn û got, "19'ê Tebaxê, li hemberî leşkerên hewl didan ji 2 baskan ve xwe berdin nava qada Şehîd Kendal, gerîlayên me çalakî lidar xistin. Di çalakiya sabotajê ya li dijî baskekî hêza leşkeran de 6 leşker hatin ukştin. Di encama vê çalakiyê de baskê 2. di cih de xwe vekişandiye. Piştre artêşa T.C mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky û Kobra ji herêmê rakiriye.

21'ê Tebaxê saet di navbera 08:00-09:00 de artêşa T.C bi kemçeyên zirxî xwestiye bikeve nava qada Şehîd Kendal. Li hemberî vê konvoya ku maşîna Jammer jê re pêşengtî dikir, gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de kemçeyeke zirxî hatiye rûxandin; leşkerekî tê de û 6 leşkerên li pêş kemçeyê mirine."

GERÎLAYÊN YJA STARÊ TANKEK RÛXANDIN

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Di sibeha 21'ê Tebaxê de gerîlayên me yên YJA Starê, li hemberî tankeke hewl dida bikeve qada Şehîd Kendal çalakiyeke sabotajê pêk anîn û tank bi temamî rûxandin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin.

21'ê Tebaxê saet di navbera 16:00-17:00 de artêşa T.C careke din xwest bikeve qada Şehîd Kendal. Li ser vê yekê gerîlayên me bi çekên giran bersiv dan û nehiştin leşker bikevin qadê. Di heman saetan de balafirên şer bi desteka pêgerên keşfê, qadên Şehîd Kendal û Deryê Davetiya, bombe kirin."