HPG: Li Çelê herî kêm 48 leşker hatin kuştin, Kobrayek hate xistin
Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku di “Operasyona Şoreşgerî” de herî kêm 48 leşker hatin kuştin, helîkoptereke Kobra hate xistin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku di “Operasyona Şoreşgerî” de herî kêm 48 leşker hatin kuştin, helîkoptereke Kobra hate xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di “Operasyona Şoreşgerî” de herî kêm 48 leşker hatin kuştin, gerîla çûne ser 15 cenazeyên leşkeran, helîkoptereke Kobra hate xistin û gelek çek hatin desteserkirin.
HPG’ê da xuyakirin ku di operasyonê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku “13’ê Gulanê danê sibehê hêzên gerîlayên me li hember artêşa Tirk a bejahiya Aşûtê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyonek şoreşgerî ya berfireh li dar xistine.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“Çalakî di şexsê şehîdên Amedê Azad Sîser, Çekdar Amed û ji bo bîranîna gerîlayên me yên li herêma Xakurkê şehîd ketin hate lidarxistin. Di çalakiyê de 60 leşkerên li derdora girekî li derdora gundê Aşûtê kom bibûn ji aliyê gerîlayên me hatin hedefgirtin. Piştî şerê saetekê gir bi temamî hate girtin, zêdetirî 48 leşkeran hatin kuştin. Gerîlayê me li vir çûn ser 15 cenazeyên leşkeran. Ji ber bombekirinan, gerîlayên me neçûn ser tevahî leşkeran û 1 kamerayek termal a mezin û 2 çekên melez hatine rakirin. Di vê çalakiyê de helîkopterek Kobra ya me dîmenê wê parve kir hate xistin, hewanek 120 û çekek A-4 bi temamî hatin îmhakirin. 2 pîlotên helîkoptera Kobrayê jî mirin.
Di çalakiyê de tevî tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê, 3 helîkopterên Kobra û 4 balafirên şer jî bomberdûmanek zêde kirine.”
HPG’ê da zanîn ku ”di domahiya operasyona me ya şoreşgerî de di encama şerên giran ên bi dijmin re, 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin gihiştin şehadetê. Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd wê piştre bên ragihandin.”
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de herî dawî ev hatin gotin:
“Medyaya şerê taybet a di bin emrê Qesrê de hewl dide encamên vê çalakiya ji aliyê hêzên gerîlayên me pêk hatiye berevajî bikin, bi derew û hileyan hewl didin encamên rast ên çalakiyê veşêrin. Daxuyanî û dîmenên me weşandin encamên rast ên şer in. “