Hêzên dewletê nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Cizîrê xera kirin
Hêzên dewleta Tirk, nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Cizîrê kirin ku nema karibin bên bikaranîn.
Hêzên dewleta Tirk, nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Cizîrê kirin ku nema karibin bên bikaranîn.
Di nava 79 rojên dagirkerî û terora dewleta Tirk a li Cizîrê de, tîmêy şerê taybet ên Nexweşxaneya Dewletê ji xwe re kirin biryargeh, zerar dan navendên tenduristiyê yên li taxan û kirin ku nema karibin bên bikaranîn. Di nava cihên hatine talankirin de dermanfiroş jî hene.
Di nava 79 rojên dagirkeriyê de ku dewletê weke parçeyek ji 'Plana Têkbirinê' li Cizîrê xist meriyetê, mafê gel ê xwegihandina derfetên tenduristiyê hat astengkirin û dermanfiroş jî di nav de nexweşxaneyên taybet, navendên tenduristiyê û nexweşxaneya dewletê yên li Cizîrê, bûn hedefa êrîşên hêzên dewletê.
Hêzên dewletê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji xwe re kirin biryargeh, di nava 79 rojên dagirkerî û terorê de, ji bo êrîşan odeyên nexweşan bi kar anîn. Hêzên dewletê yên zexteke giran li personelên nexweşxaneyê kirin, ji vê derê êrîşî taxên Yafes û Sûrê kirin. Piştî ku qedexeya derketina derve ya li navçeyê bi roj rabû, zerara ku hêzên dewletê dane navçeyê, bêhtir hat dîtin.
Odeyên nexweşan ên li avahiya jor a nexweşxaneyê welê lê bûne ku nema dikarin bên bikaranîn. Hêzên dewletê yên derî û paceyên van odeyan şikandin, di dîwar de jî ji bo sekvaniyê qulik vekirine. Hêzên dewletê yên zerar dane klîma û sarincên li odeyên nexweşan plazmayên li odyan jî bi lêdana qundax çekê şikandine.
Nexweşxane hînê ji aliyê hêzên dewletê ve dorpêçkirî ye. Nexweşxaneya Botan a Taybet a li taxa Nûrê jî, ji ber topbarana hêzên dewletê bûye ku nema karibe bê bikaranîn. Hêzên dewletê piştî topbaranê, ji bo demekê ev avahî weke biryargeh bi kar anîn û ji vê derê êrîş kirin.
Navenda Tipê ya Taybet a Cizîrê ya li taxa Cûdî jî ji ber wehşeta hêzên dewletê nema dikare bê bikaranîn. Çekdarên dewletê her wiha zerar dane malzemeyên li vê navendê. Hêzên dewletê dîmenên vê navenda tenduristiyê kişandibû û bi navê 'Navenda tenduristiyê ya PKK'ê hat bidestxistin' weşandibûn. Hêzên dewletê yên derî û camên navendê şikandin, zerar dan daîreyên welatiyan ên li jorê vê navendê.
Navendên tenduristiyê yên li taxên Cûdî û Sûrê ji ber topbaranê zerar dîtin. Hêzên dewletê zerar dan dermanfiroşan jî. Piraniya dermanên li vê derê hatin şewitandin û şikandin. Li navçeyê zerareke mezin li sê navendên tenduristiyê bûne. Gelek cihên dermanan difiroşin jî nema dikarin bên bikaranîn.