Hêzên dewleta Tirk li Hezexê mal û kargehan dişewitîne

Hate ragihandin ku li Cadeya Adîle Naşît a Hezexê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk didome, gelek mal û kargeh hatin şewitandin.

Hate ragihandin ku li Cadeya Adîle Naşît a Hezexê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk didome, gelek mal û kargeh hatin şewitandin. Ji ber ku komên agirkuj ên Şaredariya Hezexê têrî nekir, ji Şaredariya Cizîrê jî komên agirkuj sewqî Hezexê hatin kirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê li gel daxuyaniya “operasyon bi dawî bû” êrîşên hêzên dewletê didomin. Li gor agahiyên ku ji Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku li navçeyê ye hate wergirtin, mal û kargehên li ser Kolana Adîle Naşît ji aliyê hêzên dewletê ve têne şewitandin. Ji ber ku komên agirkuj ên Şaredariya Hezexê têrî nekir, ji Şaredariya Cizîrê jî komên agirkuj sewqî Hezexê hatin kirin.