Hêzên dewleta Tirk ên ku êrîşên qirkirinê li ser navçeya Hezex a Şirnexê berdewam dikin, cenazeyê 9 kesên ku jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Hat ragihandin ku êrîşên qirkirinê yên li ser navçeya Hezex a Şirnexê berdewam dike, di şerê dijwar ên ku di saetên rojê li Taxa Tûrgût Ozal pêk hatin de 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku di êrîşa hêzên dewetê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan ji aliyê hêzên dewletê ve bi romorkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Li gorî agahiyên ji Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu ê li bajar e, malek li Cadeya Alaya ya li Taxa Atakentê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat şewitandin. Encu anî ziman ku ji aliyê tîmên agirkuj ên aîdî Şaredariya Hezexê ve mudaxele hat kirin, lê hê jî şewat didome.