Hewldana êrîşê li Geverê rastî berxwedanê hat
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan li Geverê bikevin taxan rastî berxwedana YPS û YPS Jin hatin.
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan li Geverê bikevin taxan rastî berxwedana YPS û YPS Jin hatin.
Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan li Geverê bikevin taxan rastî berxwedana YPS û YPS Jin hatin.
Hêzên dewleta Tirk ji duh êvarî ve li navçeya Gever a Colemêrgê hewl dide bikeve taxan. Piştî helîkopteran komeke JOH’ê di ketina gundê Pîrzala yê derdora navenda navçeyê danî, hêzên YPS û YPS Jinê bi çekên lûledirêj dest bi çalakiyê kirin, hate hînbûn ku yekîneyên JOH’ê vekişiyaye.
Her wiha, hat destnîşankirin ku helîkopterek Skorsky a bi armanca keşfê ji danê sibehê ve li ser navenda navçeyê digeriya, li Taxa Ormanê derb xwar û ji helîkopterê dûman bilind bûn. Bi taybet li çolterên nêzî navenda navçeyê tevgera helîkopteran dewam dike.
Hate ragihandin ku ji wesayîtên zirxî, Kobrayek û Kîrpiyek leşkerî yên li ser rêya Şemzînanê ji danê sibehê ve di nav tevgerê de ne û hewl dan bikevin Taxa Ormanê, bi çekên giran hatine derbkirin. Wesayîtên zirxî yên derbe xwarin xwe ji qadê vekişandin, komek wesayîtên zirxî jî li Taxa Eskî Kişla êrîşî komek ciwanên xebatên xendekan dikirin kir. Li ser bersivdayina hêzên YPS’ê, Kobrayên gule barandin vekişiyan, ciwanan jî xebatên xendekan domandin.