Hevserokên DBP'yî hatin binçavkirin

Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê, di serdegirtinên malan de Hevserokên DBP'ê yên Artûklû û Qoserê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hêzên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeyên Mêrdîn Artûklû û Qoserê.

Hevserokê DBP'ê yê Artûklûyê Mehmet Şîrîn Gultekîn û Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Hakki Akansel hatin binçavkirin.

Tevî Akansel û Gultekîn gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat ragihandin Akansel û Gultekîn li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin.