Hevserokên DBP û HDP'ê yên bajarê Rihayê nerazîbûn nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek dan û destnîşan kirin, ku wê têkoşîna xwe mezintir bikin û ti carî ji rêya xwe venegerin.
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek û Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ji ANF'ê re nirxandin.
ENMEK: EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN
Enmek diyar kir, girtina Yuksek nîşan dide ku AKP/Qesr naxwaze Kurd li herêmê siyasetê bikin. Enmek bibîr xist, DBP a li herêmê zêdeyî sedî 65 ê dengan stendiye, ji sedî zêdetir şaredariyan bi rê ve dibe û partiya herî xurt a li herêmê ye. Enmek got, "Radibin Hevserokê vê partiyê digirin. Ev yek jî nîşan dide ku li hemberî me zîhniyeteke welê heye, tehemûlî ti karekî siyasî nake. Ev rêbazên niha tên meşandin, bi mehan e em lê rast tên. Girtina Hevserokê me nîşan dide ku ev pêkanîn gihaştiye asteke cuda."
Enmek destnîşan kir, ku AKP/Qesr nikare bi operasyonên qirkirina siyasî tiştekî bi dest bixe û got, "Dixwazin ji me re bêjin, 'Partiya xwe bigirin. Li gorî fermanên me tevbigerin. Ti karekî siyasî nekin'. Lê belê gelê Kurd bi ti awayî vê qebûl nake. Hînê li her derê, rêxistinên bajar û navçeyan li ser piyan e. Ev biryara siyasî ya girtina Hevserokê me, wê bi ti awayî partiya me ji têkoşîna xwe venegerîne. Berevajî vê, em ê hîn bi xurtî bixebitin."
Enmek herî dawî da zanîn, ku gelê Kurdistanê, gelê Rihayê wê ti carî li pêşberî van zextan têk neçin, ji rêya xwe venegerin û bang li hemû hêzên demokratîk û gelan kir, ku bêdeng nemînin, têkoşînê xurtir bikin.
SURUCU: GELÊN TIRKIYEYÊ WÊ WINDA BIKIN
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî nerazîbûn nîşanî girtina Yuksek da û got, "Mixabin Tirkiye niha ber bi kaosekê ve diçe. Girtina Hevserokê me ji bo Tirkiyeyê şermek e."
Surucu da xuyakirin, ku bi êrîşên li hemberî DBP'ê ve hewl tê dayîn pêşî li siyaseta demokratîk were girtin û got, "Bi vê yekê ve dixwazin polîtîkayên binçavkirin, girtin, qetilkirin û şer kûrtir bikin. Ev nêzîkatî pirsgirêkê mezintir dike, kûrtir dike. Di encama vê de yên winda bikin wê gelên Tirkiyeyê, mirovahî û demokrasî be."
Surucu destnîşan kir, ku ew ê ji bo çareserî û aştiyeke bi rûmet li ber xwe bidin, ji rêya xwe venegerin û têkoşîna xwe mezin bikin.