Hevserokê HDP'ê yê Qilabanê hat girtin
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Qilabanê Mesût Paksoy ê li mala xwe di dema serdegirtinê de bi lêdanê hat binçavkirin, hat girtin.
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Qilabanê Mesût Paksoy ê li mala xwe di dema serdegirtinê de bi lêdanê hat binçavkirin, hat girtin.
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Şirnex Qilabanê Mesût Paksoy ê ji aliyê tîmên taybet ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, derxistin pêşberî dozgeriyê.
Dozgeriya Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" ji bo bê girtin Paksoy sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtina wî da û ew şand Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.