Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopî hat qetilkirin
Hate zanîn ku ji 3 kesên şevê din li Silopî hatin qetilkirin yek Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr e.
Hate zanîn ku ji 3 kesên şevê din li Silopî hatin qetilkirin yek Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr e.
Hate zanîn ku ji 3 kesên şevê din li Silopî hatin qetilkirin yek Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr e. Tê gotin ku 2 cenazeyên din jî dibe ku ayîdî Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar ên bi Naîr re bû.
Şevê din li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê demek dirêj bi wesayîtên zirxî hatibû gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyên wan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Parlementerên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji bo ku têkildarî cenazeyan de agahiyan bigirin çûbûn nexweşxaneyê lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn astengkirin.
3 CENAZE ŞANDIN ŞIRNEXÊ
Di seatên êvasrî de 3 cenaze şandin Morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Parlementera HDP'ê Leyla Bîrlîk çû nexweşxaneyê û got cenazeyek ayîdî Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr e. Bîrlîk got ku ji ber rûyê her 2 cenazeyên din di rewşa nayên naskirin de bûn nezanî ayîdî kê ne.
JI 3 KESAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Piştî şevê din taxa Karşiyaka hat gulebarankirin ji Naîr, Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar agahî nedihatin girtin. Tê texmînkirin ku 2 cenazeyên din dibe ku ayîdî Demîr û Uyar bin. Têkildarî cenazeyê neşandin Şirnexê tu agahî nehatin girtin.