Hevseroka CRA Erdemîr: Divê çapemenî bibe xwedî helwesteke hevpar

Hevseroka CRA Erdemîr da xuyakirin, ku AKP êdî hemû organên çapemeniyê yên ne li ser xeta wan e hedef girtiye û banga têkoşîneke hevpar kir.

Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr, êrîşên AKP'ê yên li hemberî organên çapemeniyê ji ANF'ê re nirxand.

Erdemîr diyar kir, desthilatdariya AKP'ê li Tirkiyeyê mîna li gelek qadên jiyanê li qada çapemeniyê jî bi tundî mafên mirovan binpê dike û got, "Hikûmeta AKP'ê di nava 14 salên desthialtdariya xwe de ji xwe mercên dewletbûyîn û sazîbûyînê afirand. Di vê çarçoveyê de hewl dide ji çapemeniyê heta dadgeriyê, li hemû qadan sîstema xwe bide rûniştandin."

'HETA ROJA ÎRO MÛXALÎFÊ YEKAN E, ÇAPEMENIYA KURD E'

Erdemîr bal kişand ser çapemeniya li Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: "Heta roja îro ya ku bi rola mûxalefeta demokratîk rabû, çapemeniya Kurd bû. Hewldanên ji bo bêdengkirina çapemeniya azad nû nîne. Berê jî polîtîkayên bi vî rengî yên dewletê û hikûmetan hebûn. Mînak; di salên 90'î de ji Apê Mûsa heta Hafiz Akdemîr, ji Hafiz Akdemîr heta Cengîz Altûn gelek rojnamevan hatin qetilkirin. Bi tenê armanceke van rojnamevanan hebû; di bin zexta desthilatdariyê yan jî hikûmetan de nemînin û rastiyan bigihînin gel. Berdêla vê yekê jî ji bo wan giran bû. Mirin, sirgûn, zext û girtin... Tevî van hemûyan jî çapemeniya azad ji têkoşîna xwe venegeriya."

Erdemîr bibîr xist, ku medya Cemaetê piştî veqetîna ji AKP'ê serî li xeteke mûxalîf a weşanê daye û got, "Hikûmeta AKP'ê ji ber ku li hemberî xwe weke xeteriyê dibîne, îro qeyûman wezîfedar dike û hewl dide bêdeng bike. Bêguman ji aliyê medya Kurd an jî Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve dema em vê rewşê dinirxînin, polîtîkaya xwe ya weşanê çi dibe bila bibe, nerazîbûn û helwesta me ya li hemberî êrîşên li dijî çapemeniyê zelal e. Dewletê piştî sala 2009'an bi awayekî cidî berê êrîşên xwe da medya Kurd. Di Kanûna 2014'an de, di 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê de ku cara yekê ye tiştekî bi vî rengî hat afirandin, di nava rojekê de 46 rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin û 36 ji wan hatin girtin. Wê demê, van saziyên çapemeniyê li hemberî girtîn û van polîtîkayên dewletê dengê xwe dernexistin. Ji Yenîşafakê heta Zamanê, manşetên wan tên bîra me. Eger wê demê dengê xwe derxistibûna, îro ev nediqewimî. Pêwîste çapemenî di nava xwe de rêxistinbûyî be û têkildarî polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê, helwesteke hevpar nîşan bide, dengê xwe derxîne."

'DIXWAZIN RASTIYA QIRKIRINÊ VEŞÊRIN'

Erdemî da zanîn, ku AKP ji bo veşartina rastiya qirkirinê ya li Kurdistanê veşêre, çapemeniya azad kiriye hedefa xwe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bûyerên li Cizîr û Hezexê bi serê hevalên me yên rojnamevan de hat tên zanîn. Em dizanin ku li Nisêbînê hevalên me yên jin rastî êrîşa çekdarî hatin. Li pêş çavan e ku rojnamevan, saziyên rojnamevaniyê û hemû medya bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Girtina Can Dundar û Erdem Gul jî yek ji vê bûn. Rojnamevan û saziyên nûçeyan ên hewl didin siyaseta kirêt a Tirkiyeyê ya li hundir û derve teşhîr bikin, bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne."

Erdemîr da xuyakirin, ku divê çapemenî li dijî van zextan xwedî helwest û nerazîbûneke hevpar be û got, "Weke Cemiyeta Rojnamevanên Azad di vî warî de hewldanên me hene. Em hewl didin çapemeniya li Tirkiyeyê li hev bicivînin. 'Nobeda Nûçeyan' a dawî jî yek ji van hewldanan e."