Hevşaredarên DBP'yî sibe civîna awarte lidar dixin

Hevşaredarên DBP'yî wê li dijî hewldanên AKP'ê yên ji bo tesfiyekirinê, sibe civîneke awarte lidar bixin.

Hevşaredarên DBP'yî wê li dijî hewldanên AKP'ê yên ji bo tesfiyekirinê, sibe civîneke awarte lidar bixin. Tê payîn, ku di civînê de biryarên girîng bên girtin.

Hevşaredarên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li hemberî hewldanên AKP'ê yên ji bo tesfiyekirinê, sibe bi awayekî awarte li Amedê dicivin. Hevşaredar wê rewşê binirxînin û tê payîn ku biryarên radîkal di civînê de bên wergirtin.

Di civînê de wê Hevserokên DBP'ê Kamûran Yuksek û Emîne Ayna jî amade bin. Civîn wê saet di 10:00 de destpê bike. Rojeva yekane civînê wê hewldanên AKP'ê yên tesfiyekirinê be. Biryarên di civînê de bên wergirtin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

19 JÊ HATIN GIRTIN, 18 JI WEZÎFEYÊ HATIN DÛRXISTIN

Di encama operasyonên qirkirina siyasî yên ji meha Tîrmehê û vir ve ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin de 19 Hevşaredarên DBP'yî hatine girtin. Wezareta Karên Hundir, 18 Hevşaredar û bi qasî 50 endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî ji wezîfeyê girt.

Her wiha hin wesayît û maşînên şaredariyên navçeyên Amedê di bin navê 'lêpirsînê' de hatin desteserkirin.