Hevşaredarê Qelqeliyê hat girtin

4 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Di nava van de Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp jî heye.

9 kesên li navçeyên Qelqelî û Seray ên Wanê di 12'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, ku Hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp û endamên meclîsa şaredariyê jî hebûn û 2 xebatkarên gumrukê yên li Mersîn û Konyayê hatin binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.

Dadgeha Tirk bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" Hevşaredar Ozalp, endamên meclîsa şaredariyê Leyla Tosûn, Çetîn Çerî û xebatkarekî gumrukê yê navê wî nehat zanîn, girt.