Hevşaredarê Kopê bi şertê kontrola edlî hat berdan

Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk ê bi 22 kesan re hat binçavkirin û ji bo were girtin sewqî dadgehê hat kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Li navçeya Mûş Kopê, ji 22 kesên di serdegirtina li avahiyên Mala Piştgiriya Perwerdeyê û DBP'ê de roja 5'ê Çileyê hatin binçavkirin 14 kes hatibûn berdan, 8 kes jî piştî bidawîbûna dema zêde ya ragirtinê duh êvarê hatin berdan. Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk jî derxistin pêşberî dadgeriyê.

Dadgeriya Tirk piştî wergirtina îfadeya Çelîk, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" xwest bê girtin û ew şand dadgehê. Dadgeha Sûlh û Ceza piştî wergirtina îfadeyê, bi şertê kontrola edlî Çelîk serbest berda.