Hevşaredara Silopiyayê hate girtin
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer ku rojên borî hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, bi ajakorê xwe Cemal Yîgît re li ser îtiraza dozger hatin girtin.
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer ku rojên borî hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, bi ajakorê xwe Cemal Yîgît re li ser îtiraza dozger hatin girtin.
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer serê sibehê bi ajokarê xwe Cemal Yîgît re li avaiya şaredariyê hatin binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê sewqî Cizîrê hatin kirin. Esmer û Yîgît ên ku rojên borî hatibûn binçavkirin û di 23'yê sibatê de bi daxwaza dadgehê hatibûn kirin, lê dadgehê bi şerta kontrola edlî serbest hatibûn berdan li ser îtiraza dozger sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. Balkêş e roja ku Serokwezîr Ahmet Davûtoglû hat Silopiyayê Hevşaredar Esmer hate girtin.
Esmer û Yîgît ên ku derxistin Dadgeha Cezaya Sulhê ya Cizîrê bi hinceta "Endamê rêxistinê ne" "Peywira xwe nebaş bi karanîn" "Xebatên rexistinî kirin" hatin girtin û şandin Girtîgeha T a Şirnexê.