BI DÎMEN

Hevşaredar Ozdemîr banga alîkariya lezgîn kir

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ji bo gelê ji Rojava, Şengal, Cizîr, Silopiya û bajarên din koçî Êlihê kirine banga alîkariyê kir.

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ji bo gelê ji Rojava, Şengal, Cizîr, Silopiya û bajarên din koçî Êlihê kirine banga alîkariyê kir.

Ozdemîr wiha got: “Em wek gelê Batmanê deynê stuye me ye ku divê em bi gelê xwe yê ji Rojava, Şengal hem jî bi gelê xwe yê ji bajarên wek Cizîr, Silopiya yên ku di pêvajoya dawî de bi xerakirinek mezin re rû bi rû hatine hiştin di nav piştevaniyek mezin de bin.”

Hevşaredar Ozdemîr wiha ragihand: “Divê gelê me yê Êlihê zanibe ku xwişk û birayên me yên koçî bajarê me kirine tengasiyên pir mezin dane ser milên xwe. Divê her Êlihiyek bi mirovên me yên ji Şengal, Rojava û yên neçarî koçê mane re di nav piştevaniyek mezin de bin. Wexta wê ye ku kî çi ji destên wan tê bikin. Em pirsgirêkek mezin a xurekan dijîn. Alîkariya xurekan niha pêdiviyên me yên lezgîn in.”

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr wiha bi dawî kir: “Divê gelê Êlihê vê baş bizanibe, qedera Cizîrê û qedera Êlihê; êşa Sûrê û ya Êlihê yek e. Divê her Êlihiyek bi vê zanebûnê ve berpirsiyariyên xwe bi cih bine, ji bo karibe derfetên xwe bi xwişk û birayên xwe re parve bike bikeve nav tevgerê. Em bawer dikin ku wê gelê Êlihê ruhê piştevanî û hêstiyariya bi çendan caran daye nîşandan wê îro jî nîşan bide, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku di vê roja tengasiyê de ji bo alikariyan seferber bin.”

...