Hevşaredar Eryilmaz a di heyeta HDP’ê de hate binçavkirin

Heyeka jinan a HDP'ê ku xwestin biçin sersaxiya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ji ber ku destûr nehat dayîn çûn Cizîrê.

Heyeka jinan a HDP'ê ku xwestin biçin sersaxiya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ji ber ku destûr nehat dayîn çûn Cizîrê. Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz a di heyetê de bû ji ber ku di wesayîta wê de Kovara Hêviya Jinê hebû hate binçavkirin. 

Heyeta Jinan a HDP'ê ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî heye ji bo sersaxiya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel xwestin biçin navçeya Qilabanê, lê heyet li bajaroka Qesrikê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "di rê de mayin heye, lêgerîn tê kirin" hatin astengkirin. Piştre jî heyet bi fermana Walîtiya Şirnexê ve hate astengkirin. Jinan li hemberî vê pêkanînên çalakiya rûniştinê pêk anîn. 

Piştî çalakiya rûniştinê jin ber bi Cizîrê ve derketin rê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Selma Irmak û Gulser Yildirim çûn avahiya HDP'ê ya Cizîrê, jinên din hatin astengkirin û nehiştin bikevin navçeyê. Di vê navberê de Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz bi hinceta ku di wesayîta wê de kovara Hêviya Jinê hebû hate binçavkirin. Eryilmaz ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Heyet piştre kete navçeyê.